Îro pênçşem 08/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Dêrên(Kilîseyên) Emerîka ya bi Serokayetiya Kardînal Mekark kir.

Li hevdîtinê de, Kardînal Mekark mebesta serdana şanda navbihurî ya ji bo Herêma Kurdistanê ronahî kir ku agahdarbûne ji rewşa mesîhiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û ew mesîhiyên ku bi sedema karê teroriyê ve ji navçeyên dinê Iraqê hatine Herêmê û ji bo wê girîngîdana ku didin welatiyên mesîhî û koçberên mesîhiyan, spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li vî warî de mînakeke xweşik pêşkêşî cîhanê kiriye, ji bo wê yekê hêjayî rêzgirtin û girîngîdana gelê Emerîkane.

Serok Barzanî, ji bilî xweşhalî derbirîna serdana şandê, ragihand ku ferhenga gelê Kurdistanê ferhengekî vekiriye û hemû pêkhatên wê bi awayeke aştiyane dijîn û çarenûsa her hemûyan jî bi pêkve girêdayiye û mafê her take kesekî vê Kurdistanê jî li ser bingeha welatî bûnê hatiye mîsoger kirin û tu cûdahiyek jî li navbera welatiyek û welatiyekî din da nayê kirin û li gor yasa jî jiyana welatiyên Herêmê hatiye rêkxistin.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: