Nivîsar

Erka aliyên Kurdî avakirina platformek li ser xeta netewî ye

Yekitiya xeta netewî pêwist e

Divê platformek Kurd û Kurdistanî ava bikin û hewl bidin sêwanek Kurdistanî vekin û di bin vê sêwanê de hemû alî û kesayetên Kurdî û Kurdistanî kom bikin. Ev erkeka herî girînge li pêşiya wan.

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinan ji niha ve gelek amadekarî tê kirin. Partiyên siyasî di nava lêgerînekî de ne. Ji bo hilbijartina li Tirkiye Tifaqên siyasî di nava aliyên siyasî de têne avakirin.

Bêguman herkesek yan jî aliyek li gora perspektîfên xwe yên siyasî li van tifaqa dinêre û dinirxîne. Em jî wek Kurd mafê meye ku bi kuleka Kurdistanî re li van Tifaqa berçav bigrin, binirxînin û helwesta xwe bidin kifşkirin. Di vê derbarê de ji bo her Kurdekî ya pêwîst zelal bûne. Ji ber ku ew siyaseta 2-3 alî wek çekilê dara biharêye li gora bayê tê dikare li her aliyekî bitewê zererê pêde tiştekî nade tevgera azadixwaz a Kurdistanê. Ji bo vê zelalbûn girîng e. Heyne mirov pêşiya xwe nabîne.

Li Tirkiye partî û aliyên siyasî hinek Tifaq pêkanîne. Tifaqa Cumhur: AKP û MHP ye, Tifaqa Millet: CHP,IYI Partî û Partiya Demokrat e.( Di derdora vê Tifaqê de 3 partiyên din jî li ser maseyekî rûdinin.Partiya DEVA, Partiya Saadet û Partiya Pêşerojê). Palatformek HDPê li gel 6 partiyên çepên Tirk heye û herî dawî jî bi navê Yekitiya Hêzên Sosyalist 4 partiyan çepên Tirk  Tifaqa xwe ragihandin.(Partiya Komînîst a Tirkiyê (TKP), Tevgera Komînîst a Tirkiyê (THK), Partiya Çep û Tevgera Şoreşger ).

Ev partî û aliyên siyasî di derbarê pirsa Kurd de,tiştên cuda jî bêjin ,lê di encam de dîtinên hemûya wek hevin û xala dawî de dijê destxistina mafên netewî yê Kurda hemfikirin.

Li Tirkiye rewş gelemperî bi vî awayi ye. Lê li Kurdistanê rewş çewe ye û ji bo hilbijartina aliyên siyasî çi dikin? Rewş li Kurdistanê hinekî cuda ye. Di bin sêwana HDPê de bi navê ”Tifaqa Kurdistanî” de Tifakek heye. Di vê Tifaqê de ji bilî HDPê partî û aliyên cih digirin evin: Kongreya Civaka Demokratik(TDK), Partiya Herêmên Demokratik(DBP), Partiya Kominista Kurdistanê(KKP),Partiya Insan û Azadiyê(PIA),Partiya azadiyê, Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK-T) û Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur(PDK-Bakur).

Niha gerek Mirov destê xwe bide ser wijdana xwe û van aliyan nasbike.  HDP,TDK û DBP yekin xwediyê yek îdeolojiyine û ne aliyên ji hev cudana û biryara wan ji yek nawendî tê girtin. Ji xwe ne hewceye ku mirov van hersê aliyan binirxîne ji ber ku siyaseta wan kifşe û li gora xwe zelalin. KKP û PIA di di bin bandora HDPê de siyasetê dikin. Li vê derê PDK-T û PDK Bakur cudan e. Lê wan jî hevsarê xwe kirine di destê HDPê de û siyaseta xwe li gora berjewendiyên kesayetî dizayn kirine. 

Ji derê van Partiyan, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Tevgera Damokratên Kurdistan (Tevger), li gel hev hevkariyek pêkanine û gelek caran li ser bûyerên rûdide daxûyaniyên hevbeş belav dikin.Lê hêja wek platforme navek li xwe nekirine û tu Tifaq ranegihandine. Ji derê van, Partiya Maf û Azadiya HAK-PAR û Partiya Demokrata Kurd (PDK) heye û ev herdu parti jî carê daxûyaniyên hevbeş radigihînin. Ji aliyek din HUDAPAR heye û li Bakurê Kurdistanê xwedîyê hezeke berçav e û ne di nava tu tifaqî de ye.Lê car carê di navbera wan û partiyên Kurd de hevdîtin çêdibin.

Li bakurê Kurdistanê rewş ev e û aliyên siyasî jî evin. Li vê derê ji xwe gelek aliyan helwesta xwe daye kifşkirin û pirs eve ku, gelo partiyên ji derê tifaqa di bin sêwana HDPê de mayîn, dê çi bikin?

Eger bersiva vê pirsê de mirov zelal be,tişta ku pêwîste bê kirin jî derdikeve holê.

Divê platformek Kurd û Kurdistanî ava bikin û hewl bidin sêwanek Kurdistanî vekin û di bin vê sêwanê de hemû alî û kesayetên Kurdî û Kurdistanî kom bikin. Ev erkeka herî girînge li pêşiya wan. Yanî li ser xetek netewî li ser hemî îdeolojiyan re siyasetek hevbeş û Kurdewarî ji xwere bikin armanc û berjewendiyên netewî û Kurdistanî li ser her tiştekî re bigrin û bi awayekî palpiştên dewletbûna Kurda bin.

Gerek baş bê têgihandin ku, heta hegemonya li bakurê Kurdistanê neyê şkênandin tu aliyek din nikare rê li pişiya xwe veke. Çêkirina platformek Netewî Kurdistanî dikare hegemonya heyî bişkîne û bibe bersiva daxwaziyên gelên Kurdistanê.

21.8.2022

Back to top button