Polîtîk

Êrîşa li ser Kerkûkê karesateke dîrokî bû

Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  Mela Bextiyar di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka de behsa rewşa niha ya YNKê û Herêma Kurdistanê kir û got: “Heger lêkolîn bên kirin û derkeve ku bernameyeke din heye ji bilî bernama civîna Dokanê ya ji bo Kerkûkê, ku me li ser wê lihev kiribû, wê demê divê hemû kesên li pişt PDK û YNKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bi Bexdayê re kirine, bên dadgehkirin.”Mela Bextiyar amade nebû navê ti kesekî ji wan serkirdeyên YNKê eşkere bike û got: “Ew 3 kes, diyar e nav û wêneyên wan gellekî tên belavkirin, ew ne bi tenê ne, kesin din jî hene destên wan tê de heye.”Derbarê daxwaza pêkanîna hikûmeteke rizgariya niştimanî ji Kurdistanê re, Mela Bextiyar dibêje: “Wek YNKê ew ne pêşniyaza me ye, lê heger aliyekî din ji me re bibêje, divê Polîtbîro di civîna xwe de biryarê li ser bide.”

Back to top button