Polîtîk

Divê mercên çareseriya siyasî pêk bên

 Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 21-22 Cotmeha 2017an de li Enqereyê civiya. Di civînê de bûyerên li Kurdistanê û li herêmê bi çend aliyan ve hatin niqaş kirin û li gor van niqaşan biryar hat dayîn ku encamnama jêrê ji bo çapemenî û ji raya giştî re bê belav kirin.Gelê Kurdistanê di pêvajoyeke zor û zehmet û dîrokî de derbas dibe.Di referanduma 25ê Îlonê de Gelê Kurdistanê, li Kurdistana Başurê bi hemî rengên xwe ji serxwebûna Kurdistanê re bi rejeyeke %93 got erê û bi vê awayî iradeye xwe xurt ji dinyayê ra nişan da. Vê encamê hemû Kurdên dinyayê kêfxweş kir û daxwaza wan a azadiyê geştir kir.Lê piştê demeke kin, mîlîsên Heşdî Şabî ku İran li pişt wan e û artêşa Iraqê bê ku rastê berxwedaneke cîdî bên, ketin Kerkukê û heremên di xala 140î de. Gelê Kurd li hember vê bûyera nexweş hem matmayî ma û hem jî dilê wî şewitî.Êrîşa dawî ya li ser Kurdistanê, bi destê rejima Bexdayê û dewleta Îranê ku li pey armancên emperyal yên Şia ye û bi piştgiriya Tirkiyê bi rêve çû. Hêzên navdewletî jî bi xemsarî û bê helwestiya xwe êrîşa hanê hêsantir kirin.Di vê bûyera dawî de berpisiyariya hin kesên YNKyî li ber çavan e. Lê heman demê da ev nişana wê yekê ye ku Rêvebiriya Herêma Kurdistanê li hember çiqasî problemên giran e.Tiştên ku divên bên kirin diyar in: Pêwîst e Herêma Kurdistanê di qada eskerî, siyasî , civakî û hemû qadên din de yekîtiyeke rêk û pêk çêke û li hember dagir kirina Kurdistanê seferberiyeke berfireh îlan bike.Di vê çarçoveyê de bangawaziya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Barzani ji bo Kurdên Ewrupayê ku çalakiyên aştiyane bikin, gaveke di ci da ye.Em wek PSK bi xurtî piştgirî didin banga Rêzdar Barzanî û herweha em jî serî da bangê dezgeyên nêzîgên xwe yên wek KOMKAR, KOMJIN, KOMCIWAN û herweha bangê hemû dezge û komeleyên Kurd dikin ku piştgiriya Kurdistanê bikin û li hember hemû êrîşan derkevin.Ev bangawaziya me di eynî wextê da jibo tevahiya Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û yên li metropolane jî.Di vê mijarê de erkê herî mezin dikeve li ser wan dezgeyên navdewletî ku xwe terefê aştî, aramî û demokrasiye dibînin. Divê di serî Amerika û YN li hember dagir kirina Kurdistanê derkevin û nehêlin ku çekên wan bi destê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ve li hemberê Kurdan bê bi kar anîn.Daxwaza serxwebûnê ya Gelê Kurdistanê rewa ye û li gor nirxên mirovahiyê ye. Ev İrade di referanduma 25ê Îlonê de bi awayeke xurt careke din derketiye ortê.Maf û hêza tu kesî tune ye ku vê rastiyê biguhurine. Ev êrîşa li hember Kurdistanê ciyê ku îradeya gelê Kurdan bişkinê wê îradeya azadiyê hîn xurtır bike.Yek ji mijarên rojevê jî rewşa Suriyê û pirsa Kurd li Suriyê ye.Piştê têkçûna Daişê, neçarî li Suriyê çareseriya siyasi dê were rojevê. Wek tê zanîn li Suriyê pirseke sereke jî rewşa Kurdên Suriyê ye. Divê Kurd bikaribin li ser axa xwe bi awayeke azad bijin, ji îradeya wan re rêz bê girtin. Mafê Kurdan di destura Suriyê de bê garantî kirin. Ji bo vê jî pêwîst e li Suriyê sistemeke federal ava bibe daku hemû kêmnetew û kêmol bigîşîn mafên xwe.Di civîna Meclisa Partiyê de li ser rewşa siyasi ya Tirkiyê ya xirab jî hat axaftin.Li gor van axaftinan, Rewşa Awarte ku piştê 15ê Temuzê hatiye îlankirin di roja îroyîn de bûye dezgeyeke zorbetiyê yê mayînde. Biryarnameyên di Hukmê Qanunê de (KHK) ji bo bêdeng kirina hêzên muxalif tê bi kar anîn. Di serî da Rewşa Awarte ku li hember derbekarên di nav dewletê da hatibû îlankirin, îro bûye dezgeya zilm û tehdayê daku xelkê bigre bin kontrolê.Rewşa ku li piştê Rewşa Awarte û KHK peyda bûye, rewşeke gelek xirab e. Binpêkirina mafên mirovan bûye kare rojane. Hejmara mexduran gihiştiye astekê xeternak. Mafên raman û xwe îfadekirinê di bin gefên mezin da ye. Çapemenî hema hema hatiye tine kirin, xebatên partiyên siyasî hatiye asta sekinandinê.Tirkiye careke din vegeriya ye li ser xeta şoveni û militarizmê.Ji bo ev qonax li paş bimîne, ji bo carek din Tirkiye vegere proseya diyalog û çareseriyê pêwîstî bi hevkarî û xebata hemî aligirên demokrasi, aştiyê, çareseriyê heye.Tecrubeyên sedsalî nişan didin ku pirsa Kurda bi şiddet û şer safî nabe. Safîkirina pirsa Kurd ne tenê wê şer û şidetê ji holê rake, her weha wê rê li pêşiya demokrasiye û asayîbûyina Tirkiyê jî veke.Hina ku ne pir dereng e divê helumercê çareseriya aştiyane û siyasi peyda bibe.23 Cotmeh 2017PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button