Cîhan

Barzanî û Macron bûyerên nû nirxandin

Serokê Fransayê bi rêya telefonê digel serokê Kurdistanê rewşa deverê û rewşa Îraqê gotûbêj dike û serokê Fransayê dilgiraniya xwe li hemebr pevçûnên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dida.Li gor malpera serokatiya Herêma Kurdistanê, êvariya roja 23.10.2017ê, Emanuel Macron serok Fransayê telefona Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kir û di wê peywendiya telefonî de, serokê Fransayê dilgiranîya xwe li hember pevçûn û rewşa dijwara navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daya. Serokê Fransayê daxwaz kir ku di navbera her du alîyan, Bexda û Herwlêr de şer û pevçûn çênebûn û ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan dest bi danûstandina bikin.Serok Barzanî rewş û bûyerên vê dawiyê qewimîn ji bo serokê Fransayê zelal kirin.Weke diyar Fransa bi her awayî lêdixebite diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bike û pirsgirêkên xwe bi aşitî çareser bikin.

Back to top button