Cîhan

Amerik ji bo Îranê dibêje: Hêdî em qebûl nakin

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence da xûyakirin ku;: “Serok Trump li himber planên Îranê bê deng namine, ew welat piştevanê sereke yê terorê ye û Hizbullaha Lubnanî bi kirê li cem Îranê kar dike.”Li Beyrûta paytexta Lubnanê, cîgirê serokê Amerîka Mike Pence got: “Îran siponsera serekî ya terorê ye li seranserî cîhanê, û Hizbullaha Lubnanî  bi kirê li cem Îranê kar dike.”Pence balkişand ser jinavbirina DAIŞê û kontrolkirina Reqa û got: “Wek me soz dabû, hêzên me yên qareman DAIŞ şikandin û Reqa azad kirin.”Lê cihê têbîniyê bû, ku Pence ne ji dûr û ne ji nêzîk ve, behsa rola Kurdan û Hêzên Sûrya Dîmukrat nekir.

Back to top button