Polîtîk

Ergin: Em wesayeta kesekî qebûl nakin

Vezîrê Dad a Tirkiye Sadullah Ergin di civîna Platforma Abantê de axaftinek gelek balkêş kir. Ergin di axaftina xwe de behsa rojeva siyasî kir û bal kişand li ser bûyerên tarî û qirêj ku li Tirkiye çêbûne û heta niha nehatine eşkerekirin.

Ergin bi kurtahî di axavtina xwe de got: “ Em kengê bixwazin demokrasiyê bi hêz bikin, bûyerên teroristî destpê dikin. Hinek daxwaza ilankirina rewşa  awarte dikin. Em tu caran nayên van leyiztikan û teslîmê tundiyê nabin. Ji bo hêzkirina demokrasiyê û aram kirina rewşa Tirkiye bi giştî, dive mirov destê xwe bêxe di bin kevir de, em ne tenê destê xwe, ji bo demokrasiyê amadene ku, sere xwe jî bêxin di bin kevir de.“

Ergin got: “ Herdemî demokrsiya Tirkiye di bin wesayeta hinekan de ye, lê me ev wesayet rakir. Em tucaran  wesayetê li ser xwe qebûl nakin. Wesayet rûreşiyek ya demokrasiyê ye. Hinek serdest li Tirkiye demokrasiyê wek litufek ya xwe dibînin. Demokrasî mafê vî miletiye.“

Ergin di beşek axavtina xwe de behsa bûyerên tarî û dewleta kûr kir. Di vê derbarê de got: “ Li salên 60, 70 û 80-ê hinek bûyerên tarî bûne, heta wek niha ev bûyer nehatine zelal kirin. Taybetî hilbijartina Turgut Ozal wek serokkomar hinek alî gelek aciz kir.Sala 1993 bû sala herî tarî. Di vê sale de Turgut Ozal,awayekî bi şik jiyana xwe ji dest da. Eşref bitlîs bûyerek bi şik mir û Ugur Mumcu jî di vê sale de hat kuştin. Herweha kesayetên wek Muammer Aksoy, Bahriye Üçok, Çetin Emeç, Ahmet Taner Kışlalı, Hiram Abas, Memduh Ünlütürk, Kemal Kayacan, Hulusi Sayın di vê salê de bi êrîşên tarî û qirêj hatin kuştin. Rewş gelek tevlîhev bû. Di encam de midexeleya 28-ê sibata 1997-ê çûbû. Hukumet mecbûr bû îstifa kir û bê istiqrariyek hate peyda kirin. Piştre hun dizanin cardin demokrasî hate rawestandin.“

 

 

Back to top button