Polîtîk

CHP: TUSIAD-ê şermezar dike

Di civîna Komeleya karsazên Tirkiye (TUSIAD) de, karsazek bi navê Sedat Aloğlu ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye heyîn dîtinên xwe gotin. Sedat Aloğlu di axavtina xwe de gotibû ku, Bila destûra Tirkiye bê guhertin û di destûra nû de bê nivîsandin ku Tirkan û Kurdan bi hevre ev welat ava kirine. Heta bila ji bo kurda xweseriya herêmî hebe û eger pêwist be bila dewlet li gel Imralî xeber bide..“

Li ser vê yekê partiyên siyasî dîtinen xwe gotin. Ak-Partî û BDP pişgirya van axaftinan kirin, lê CHP-ê cardin agir barand. Berdevkê CHP-ê Hakkı Süha Okay, di vê derbarê de got ku, ev gotinên bi vî awayî gotinên PKK-ê ne û TUSIAD di rêyek çewt de ye, em wek CHP-ê dijê van gotinanin û ev daxûyanîyên bi vî awayî dibe sedema parçebûne û terorê meşru dike.

Back to top button