Li vê roja pir bi xem û matema bîranîna enfalê da 14.04.2014 şahidekî rastgo, behsa dû dîmenê dizêwî ya îro ya nav yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê ji bo min kir, ku wekî gelek carê din jî êş û janê daye min:
Li yek demî de dû kurên berpirsên bilind, serdana wê nexweşxaneyê kiribûn, lê belê serdaneke çawa?
Bi çek û cebxane û çend trumbêlên keşxe ketine hewşa nexweşxaneyê û her yek çend kesî bişêwên nava qawişan!
Li demek de ku hemwelatiyek bê bi qerebirût ji yek kesî zêdetir nikare bê nava hewşa nexweşxaneyê!
Lê belê reftara wan alîcenaban jî bi vî awayî bûye!
Başe heta kengê?
Ku hinek ji cemawer ditirsin, ji bo çi têne nava xelkê?
Êdî ji bo çi dadperwer nabin heta netirsin?
Mijule heya û hetka bavên xwe jî dibin!
Başe ji xwedê natirsin, êdî ji tûreyî û aciziya cemawer?
Kurên “Sedam” û “Qedafî” û “Husnî na Mubarek” li kune?
Êdî Emerê kurê Xetab, xwedê jê razî bê, te ji ku bînim?
Tu buyî ku te bes li kurê mîran dida û te digot:
Te ji ku anî hetî û kevê(Le kuwêt hêna hetîu kewî?
Te ji ku anî dayika te bide te bi sînga(Le kuwêt hêna daykit bot bida be sînga)?!
M. Emer Çingiyanî
Hewlêr
14.04.2014