Polîtîk

Erdogan û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de li gel serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan hevdîtinek pêkanî. Hevdîtina Barzanî û Erdogan li avahiya serokwezîriyê pêkhat. Hevdîtina herdu serokwezîran jib o medyayê girtî bû. Hevdîtinê  nêzikî seetek û nîvê berdewam kir.

Di vê hevdîtinê de herdu serokwezîr li ser rewşa herêmê, Iraq, Kurdistan û Tirkiye sekinîn.

Li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de sekinîn û tekezî li ser berdewamî û pêşdebirina pêwendiyên navbera herdu welatan re kirin.

Back to top button