Erdogan serdana amerikayê dike

Eve demek bû li Tirkiye serdana Erdogan ya Amerikayê dihata gotubêj kirin. Naveroka gotubêja ew bû ku, gelo dê Erdogan ji bo hevdîtina li gel serokê Amerikayê herê Amerika yan naçe?

Gelek aliyan digotan ku Trump nameya ji Erdogan re rêkirî heqaret li Tirkiye kiriye û gelek Erdogan vê yekê ber biçav bigire. Erdogan jî da xûyakirin ku ewê li gel Trump bi rêya telefonê pêwendiyekî deyne. Li gora encama wê dê helwesta xwe diyar bike.

Erdogan bi telefonê li gel Trump axivî û piştre ragihand ku dê serdana Washington bike. Piştî hevdîtina telefonî Trump Twitterek belav kir û dibêje: Min û Erdogan hevdîtinek telefonî pêkanî. Hevdîtinek serkeftî bû. Erdogan agahdariyên berfireh di derbarê girtina xweşk û hevjîna Bexdadî de dan min û behsa Suriye û dawî anîna terorizmê kir. Ez 13ê mehê li Qesra Sipî hevîya Erdoganim.

Tê zanin ku , Erdogan ji bo biryara Meclisa Nûneran a Amerikayê di derbarê Ermeniyan de gelek ketibû tengasiyekî. Ji bo vê yekê jî serdana Amerikayê li Tirkiye bibû babetê gotubêjê.

Lê ew şansi Erdogan tuneye ku neçe Amerikayê. Rewşa Tirkiye li Suriye çewe dixweyê ne başe û Erdogan hemû hewldanan dike ku li gel Amerikayê di hemû babetan de rêbikeve.

Serdana Erdogan a Washington dê gelek girîng be û piştî vê serdanê rewşa Tirkiye di derbarê pêwendiyên wan li gel Amerika û Rusyayê de zelaltir bibe.

Nerîna min :