Civak

Erdogan pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kêfxweşiya xwe bi hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman û jê re hêviya serkeftinê di kar û erkê wî yê nû de xwest.
Di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de Erdogan tekezî li ser berdewambûna piştgiriya Komara Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û Nêçîrvan Barzanî di vê pêgeha nû de kir, herwiha Erdogan bi fermî Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê vexwand ku di pêşerojê de serdana Tirkiyê bike, bi vê armancê ku ji nêzîk ve nêrînan li ser pêşvebirina bêtir a pêwendiyan bi hev biguherin.
Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê pêwendiya telefonî û peyama pîrozbahiyê spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo bêtir pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de amade ye.
Back to top button