Di daxûyaniyekî de serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan got ku, di encama operasyonek taybet de, ji berpirsên PKKê Nuredin Sofî jinavbirine û ew kuştine.

Erdogan piştî civîna hukumeta Tirkiye li Enqere konferansek rojnemevanî li darxist û got: Eve demeke li dezgehên me Nuredin Sofi dişopînin û di encam de operasyonek hate kirin û Sofî hate kuştin.

Di vê derbarê de ji aliyê PKKê ve tu daxûyanî nehatine dayîn. Ji bo vê yekê ev daxûyaniya Erdogan heta vê gavê tenê wek îdiayekî ye û rasti nayê zanîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: