Polîtîk

Erdogan: Li Tirkiye pirsa kurd tuneye

Doh serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak Partiyê Erdogan ji bo nasandina berendamên partiya xwe civînek li gel 550 berendamên AK Partiyê li Enqere darxist.

Erdogan di vê civînê de axavtinek kir û hinek şîret li berendamên parlementoyê yên partiya xwe kir.
Erdogan di axavtina xwe de behsa pirsa kurd jî li Tirkiye kir û got, tu pirsek bi nave pirsa neteweya kurd tuneye. Tenê promblema hevwelatiyên me yên kurd heye. Herweha Erdogan got: , di bin sîbera vî welatî, miletî û vê alayê de, tu carî ez qebûl nakim ti dewletekî din bê demezirandin û bi tu awayan nahêlim heta hizir jî li ser li vê dewletê  bê kirin û ez ti rê bi wann kesên cudaxwazin li Turkîya nadim.

Erdogan di berdewambûna axavtina xwe de got: Tu cudabîn di navbera Tirkekî yan kurdekî yan lazekî de tuneye. Em her demi amadene vê gotinê di jiyanê de pêkbînin. Em hemi hevwelatiyên Tirkiyene û em xwe ji vê gotinê dûr nekin.

Erdogan di berdewambûna axavtina xwe de got: Çi netew yan jî çîn di nav lîsteya AK Partiyê de be, em nûnertiya wan dikin. Li vî welatî li Tirkiye pirsa kurd tuneye ,lê li vî welatî problema birayên me yên kurd heye. Hinek alî hene ku vê problemê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî kar tînin.

Back to top button