Serokwezîrê Tirkiye li ser daxwaziya Barzanî pêşwazî li berpirsê Holding a Koç Mustafa Koç û Alî Koç kir.

Di bernameya kanala televizyonî a ATV de, li ser rojeva siyasetê li Tirkiye û li ser pirsa Gulen 4 rojnemevanan pirs ji serokwezîrê Tirkiye tayib Erdogan dikiran. Erdogan jî berfirehî bersiva pirsan dida.

Rojnemevan û nivîskarê naskirî li Tirkiye Mehmet Barlas pirsek ji Erdogan kir :

Pirs: Birêz serokwezîr em dizanin eve demek dirêje berpirsên Koç Holding dixwazin we bibînin. Lê hun pêşwaziyê li wan nakin. Lê we niha pêşwazî li Mustafa Koç û Ali Koç kir. Gelo raste li ser daxwaziya hinek dostên we yên derveyê Tirkiye we ev hevdîtion li gel Koç kir?

Erdogan: Belê raste. Gruba Koç li Bakurê Iraqê kar dike. Pêwendiyên wan li gel berpirsên Bakurê Iraqê hene. Eve demeke min pêşwazî li gruba Koç nakira hun dizanin çewebû. Lê li ser daxwaziya Barzanî min pêşwazî li wan kir. Raste ji bo vê birêz Barzanî telefonê min kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: