Erdogan jî wê îfadê bide
Îro li Medyaya Tirkiyê hate ragîhandin ku wê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoğan jî dê ji bo îfade bide Komisyona Lêpirsîna Li Derbeyên Leşkerî bête vexwendin.
Berdevka komisyona darbeyan Îdris Şahin gotiye ku wan niyet heye ku Serokwezîr Receb Teyib Erdogan jî vewxînin îfadeyan.
İdris Şahin li ser pirsa ku guhdarîkirina li serleşkerên girtî jî weha gotiye: Ji ber ku pêvajoya darizandina 28ê Sibatê hêjî berdewam e û biryara nihêniyê jî heye, me vê meselê dereng dixînin.
Hêjayî gotinê ye du roj berê kevneserokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Deniz Baykal ji bo îfadedanê çûbû Komisyonê û pirsên ku jê hatibûne kirin, li xweşa wî neçûbûn, bersiva pirsan nedabû û hema rabûbû çûbû derva.
De ka em ê bala xwe bidinê ka gelo wê tewrên Serokwezîr bibe çi?
Rojeva Kurd