Polîtîk

Fermandara YPGê ya Helebê hate kuştin

Komeke çekdar yên mixalifên Suriyê, fermandara Yekîneyên Parastina gel (YPG) Nûjîn Dêrik înfaz kirin. Nûjîn Dêrik fermandara YPGê ya Helebê bû. Dêrik, di 26ê Cotmehê de, di dema cenaze teslimkirinê de hatibû revandin. Bi vê li Kurdistana Rojava, gengeşiyên di navbera artêşa azad a Suriyê û Kurdên Rojava de derbasa qonaxeke nû bû. 

Di 26ê Cotmehê de, komeke ku ji 200 çekdaran pêk dihat a artêşa azad a Suriyê, li bajarê Helebê ketibû taxa Eşrefiyeyê a ku Kurd lê dijîn û gule reşandibûn ser gel. Di vê êrîşê de 13 Kurda jiyana xwe ji dest dabûn û qasî 20 kes jî birîndar bûbûn. 

Li ser ev êrîşa koma çekdar a ku tê îdiakirin ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirtin, YPGê êrîşeke bersivî dabûne wan û ji wan 19 kes kuştibûn û hinekê wan jî dîl girtibûn. Dîsa di heman êrîşa YPGê de hin depoyê wan jî hatibûn desteserkirin.

Nûjîn Dêrik, di heman dîrokê de, 26ê Cotmehê de dema cenaze teslîm kirin, ji aliyê koma çekdar ve hatibû revandin. Fermandara YPGê ya Helebê Nûjîn Dêrik ji aliyê ew  koma çekdar ve hatiye înfaz kirin.

 

Back to top button