Civak

Erdogan gotina dawî ji Basbug re got

Li gora rojnama taraf radigihîne, Erdogan û başbug di hevdîtinê de li hev nekirine. Piştî di rêya bilindbûn û tayînkirina hinek gerneralan de asteng çêbûyî, li ser daxwaziya Başbug civînek berfireh di navbera Basbug û Erdogan de çêbû. Piştî vê civînê di medya Tirkiye de hat gotin ku, Erdogan û Başbug li hev kirine û ew astengên di civîna Konseya Bilind a Leşkerî de peydabûyin ji holê rabûne.

Lê li gora nûçeya rojnama Taraf, di hevdîtinê de wek di medyayê de hatî  belavkirin, Erdogan û Başbug li hevudin nekirine û problemên di civîna konseya bilind de nehatîn çareserkirin wek xwe mane. Ilker Basbug dema Erdogan dîtî hinek navên din ji bo fermandarê hêzên erdî pêşniya kirine. Lê Erdogan bi tu awayî anina Hasan Igsiz qabûl nekiriye û pêşniyarên ku wek din jî Başbug kirine qebûl nekirine.  Erdogan di civînê de vekirî ji Basbugre goriye ku, bi van pêşniyarên bi vî awayî newe ba min.

Wek tê zanîn duhî dadgehek bilind li Stenbulê îtiraza parêzerên generala qebûl kir û biryara girtina 101 kesî di çerçova doza Balyozê de rakir. Ev yek di raya giştî de wek li hevhatinekî di navbera hukumetê û leşkera de hate ragihandin. Lê piştî hevdîtina Erdogan û Basbug, Erdogan li gel wezîrê parastinê Vecdî Gonul jî hevdîtinek kir û di dawîyê de Gonul çû serfermandariya leşkeran li gel generalan kombûnek kir û ji wan re da xûakirin ku serokwezîr pêşniyarên we qebûl nake û dê hukumet  di vê pirsê de prosûdura pêwist kar bîne.

Heja rewşa ku, kî bibe fermandarê hêzên erdî û vê yekê ve girêdayî kî bibe serfermandarê hêzên çekdar ne diyare.

 

Back to top button