Erdogan: Em ê di 10ê Adarê de erka xwe bi kar bînin
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Bursayê di çerçoveya bernameya “Dengê min ê ewil ji bo AK Partiyê, Dengê min ê ewil ji bo Erdogan” bi ciwanan re hat ba hev.
Erdogan di derbarê roja hilbijartinê de got: “Ne hewce ye ku li cîhek din li enerjiyê bigerin hemê li vş derş ye. Em ê zêdetir bixebitin û têkoşînê xurtir bikin. Ji bo we birayên me yên ciwan ên ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê bibin rêhevalên me, ez ji Rebbê xwe re spas dikim.
“Ev ne hilbijartineke pêşwext e, hilbijartine ku¨em tenş zêtir dikin. Wekî gavek din, me bi rastî li vir nûjenkirinek çêkir.
“Weke Tifaqa GCumhur me bi Devlet Bey re ev hevdîtin kir û got; ‘Tehamûliya windakirina demê nîne.’
“Ji bo vê yekê me lêkolînên wiha kirine ku her kes rewşa betlaneya xwe ya havînê bişopîne, li herêma Behra reş dema komkirina çay, û bindeqaye me rewş hemê ber çava girt , hemû nirxandin kirin ê rewşa xwendevanan li ber çava girt, me nexwest tu pirsgirêkek peyda bibe. Bi taybetî rewşa xwendekarên me. ji bo me pir girîng e.
“Me ev gav avêt û li gorî wê biryar da, lê bi fermî li vir desthilatdariya serokomar heye. Wek hûn jî dizanin di 10ê Adarê de wek Serokomar em ê vê desthilatê bi kar bînin û piştî wê jî 60 roj dimînin”
“Kî wê demê binirxîne? Desteya Hilbijartinê ya Bilind. Lê em bi hêvî ne ku di 10’ê Adarê de biryara xwe ragihînin.”