Erdogan behsa Ocalan kir
Li Strasbourg serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di derbarê hevdîtinên li gel Ocalan hinek daxuyaniyên balkêş dan. Erdogan got ku, dewletê desthilat îdare dike û bazariyek hebê hukumet rêvedibe.
Erdogan li Strasbourgê li gel rojnemevanan sohbetek kir û rojnemevanan gelek pirs ji Erdogan kirin. Rojnemevanekî pirsî ku,“ Ocalan di hevdîtinên xwe de dibêje pêwendiya me li gel dewletê heye. Başe desthilata siyasî li kû dera vê pêwendiyê disekine?“
Erdogan dema bersiva vê pirsê da got: Dewlet çi dema bixwaze û kesê bixwazê re hevdîtina dike. Kî Dewletê rêvedibe? Hukumet. Dewletê desthilat îdare dike û bazariyek hebê hukumet rêvedibe. Em wek hukumet dezgehên dewletê di van karan de tişta pêwîst bi wan didin kirin. Li vî welatî wezereta dad heye, Ez ji bo vê pirsê dibêjim, ma MIT ji bo çi heye? Herkes karê xwe dike û hevdîtin jî di vê çerçoveyê de çêdibin û tedbîrên ku têne standin jî li ba me veşartîne.