Dosya

Ensarîoglu: Em di referandumê de dibêjin erê

Guhertinên di destûrê de têne kirin gelekî kêmên.Lê li gel hemû kîmasiyên heyî jî, guhertina destûra bingehîn pêngavek başe û divê pişgiriya vê guhertinê bête kirin.

Tişta ku heta niha dixweyê, li gora baweriya min ji bilî wan dezgehên sivîl yên BDP-ê ve gêrêdayî, yên din hemî jî dê di referandumê de bêjin erê. Di pirsa çareserkirina pirsa kurd de destûra bingehîn ya heyî astenga herî mezin e. Çikas guhertinek bête kirin asteng jî dê kêmtir bibin û ev yek jî di berjewendiya kurdan de ye.

Ji bo ku berjewendiya kurdan de ye mirov pişgiriyê dike. Ak-Partiyê xeletiyek kiriye, ma mirov ji tişta rast re dikare bêje na? Em di referandumê de dibêjin erê. Ev helwesta me ya referandumê nayê wê manê ku em pişgiriya Ak-Partiyê dikin.

Dema tiştek bête kirin em li bûyerê dinêrin. Karekî baş kî bike bila bike divê pişgiriya wê bête kirin, karek ne baş jî bête kirin divê mirov dij raweste.

Back to top button