ENKSê xwepêşand li darxist milîsên PKKê êrîşê wan kir

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser banga ENKS xwepêşandanek birêve çû, lê di navbera xwepêşanderan û `Ciwanên Şoreşger` de alozî derket û li gor zanyariyan di encama wê aloziyê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser daxwaza Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro xwepêşandan li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina Endam û Alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin li darxistin.

Di xwe pêşandana Qamişlo de alozî derketin, û hejmareke endamên rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşanda ENKSê kirin.

Li gorî Peyamnêrê Rûdaw li Qamişlo, di êrîşa bi dar û keviran ya Ciwanên Şoreşger de, 5 xwepêşanderên ENKSê birîndar bûn.

Xwepêşanderekê ji Rûdawê re amaje bi wê kir ku ew ji ber buhabûna di her warê jiyanê de li Rojavayê Kurdistanê, derketin xwepêşandanê.

Li gor wî xwepêşanderî, “Civanên Şoreşger êrişî girseyê kir û di encamê de çend kes birîndar bûn”, bi gotina wî xwepêşanderî, “Hêzên asayişê jî destwerdana pêwîst bo rêgirtina li wê êrişê nekir.”

Peyamnêrê Rûdawê Berzan Ferman ragihand ku xwepêşandan ji aliyê ENKSê ve hat sazkirin û got, grûpa bi navê `Ciwanên Şoreşger` êrişî xwepêşandanan kir û  “di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.”

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku asayişa Rêveberiya Xweser destwerdan di rewşê de kir û êriş rawestand.

Ev di demekê de ye ku li Rojavayê Kurdistanê di her warî de buhabûnek heye û xelk jî ji vê rewşê nerazî ye.

ENKSê jî bi mebesta protestokirina bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên xwe, banga sazkirina xwepêşandanan li xelkê kiribû. 

Di aloziyên di xwepêşandana ENKSê de li Qamişlo, 5 xwepêşander birîndar bûn, ku yek ji wan endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat e.

Serkirdeyên ENKSê ji Rûdawê re ragihandin, ku xwepêşandana wan aştiyane bû, lê ew kesên ku êrîşî wan dikin, “Tevgera Ciwanên Şoreşger û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, biryar bû xwepêşandan roja Yekşemê birêve biçe, lê ji ber biryara qedexeya hatinûçûnê ya Rêveberiya Xweser a ji ber rêgirtina li Coronayê, xwepêşandan îro hat sazkirin.

Nerîna min :