Polîtîk

ENKS ji Amerika çi dixwaze

Piştî serdana şanda Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bo Moskowê, biryare şanda ENKSê di çend rojên bê de serdana Amerîka û welatên Ewropa jî bike. Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên ENKSê, dibêjin ku çend mijarên giring ên gotûbêjan hene, di nav de jî, navçeya aram, komîteya destûrî, herwiha pêşeroja Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê.

Armanc ji vê serdanê ew e ku şanda navborî, hejmarekê ji mijarên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, herwiha navçeya aram û damezrandina Komîteya Destûrê û sepandina mafên Kurdan di destûra nû de, herwiha rola Leşkerên Roj gotûbêj bike.

Derbarê karnameya serdana vê şandê bo Waşintonê, serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên ENKSê, Kamîran Haco ji Rûdawê re got: “Piştî serdana Moskowê, şanda Pêwendiyên Derve, 22yê Tebaxê serdana Waşintonê jî dike. Di hevdîtinên xwe de em dê ligel berpirsên Amerîkî, şand wê hejmarekê ji mijaran gotûbêj bikin.”

Di serê karnameya hevdîtinan de, mijara rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ye, ku heta niha naveroka wê rêkeftinê ne zelal û ne diyar e, bi taybetî xalên girêdayî rûberê navçeya aram, kûrahî, dirêjahî, birêvebirin û parastina wê navçeyê.

Ji ber vê sedemê, şanda Pêwendiyên Derve yên ENKSê, dê mijara rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ligel berpirsên amerîkî gotûbêj bikin, bi mebesta naskirin û zelalkirina wan xalên girêdayî navçeya aram. Êdî ji bo ku li gorî wê yekê rol û hebûna Kurdan di vê derbarê de, bê diyarkirin.

Kamîran Haco herwiha got: “Em dixwazin ku birêvebirina navçeya aram, bi rêya rêveberiyên xwecihî, ji xelk û pêkhateyên deverê be, ji bo ku nimûneyek li ser jiyana hevbeş ji cîhanê re bê nîşandan.”

Derbarê hebûn û rola Leşkerên Roj, Kamîran Haco dibêje: “Ji bo parastina ewlehiya wê navçeyê, ku bêhtir navçeyên kurdî li xwe digire, em dixwazin û kar dikin ku roleke Leşkerên Roj hebe, êdî ev jî, wê yek ji mijarên gotûbêjan be, di vê derbarê de.”

Di heman çarçoveyê de, şand wê babeta Komîteya Destûrê ligel berpirsên amerîkî gotûbêj bike, ji bo sepandina mafên gelê Kurd, di destûra nû de.

Di heman mijarê de, herdu endamên şanda navborî, Ibrahîm Biro û Ismaîl Hesaf, ji Rûdawê re tekezî li ser xalên ajandaya karê xwe kir, ku di van rojan de, Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê, ketiye tevgereke diplomasî, êdî di bernameya wê de ye serdana Amrîka û hinek welatên Ewropayê jî bike, lê heta çi radeyê siyaset, nexşerê, ajanda  û planên dewletên mezin rê li ber wan xweş dikin, ev yek li gorî awa û encamên pêşhateyên paşerojê dimîne û diyar dibe.

Back to top button