Polîtîk

HDP giringiya pêwendiyên kurda û tirka fam nekiriye

Abdullah Ocalan rexne li HDPyê digre û radigihîne: Xeta netewî ya di nava HDPyê de zext li HDPyê kiriye û HDP nekariye girîngiya aliyê pêwendiyên dîrokî yên tirk û kurdan bike siyaset.

Parêzerên Ocalanî naveroka hevdîtina xwe ya 7ê Tebaxê eşkere kirin. Ocalanî di wê hevdîtinê de balê kişandiye li ser dema damezirandina HDPyê û gotiye: HDP dema ava bûye ji aliyê navxwe û derva ve tuşî 2 zextan bûye: Ji derva zextên siyasî û hikûqî li HDPyê hatiye kirin û ji navxwe ve jî xeta netewî ya di nava HDPyê de zext li HDPyê kiriye. Ocalan herwiha rexne li HDPyê jî girtiye û ragihandiye ko HDP nekariye girîngiya aliyê pêwendiyên dîrokî yên tirk û kurdan bike siyaset.

Rêberê PKKyê di derbarê pirsa Suriyeyê de jî da zanîn ko şerê tirk û kurdan wekî dehfikek li pêşiya Tirkiyeyê hatiye danîn û operasyoneke dijî rojhilatê Firatê karek dervayî aqlê û hewlek harane ye. Ocalan dubare dike: Pêwîstiya kurdan bi dewletbûnê niye lê pêwîst hikûqeke kurdan hebe.

Back to top button