Polîtîk

Di nava YNKê de şerê Şanaz Kosret heye

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mihemed Wetman daxwaza wê yekê dike ku sînorek ji bo Berpirsa Komîteya Derve ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed bihête danîn.

Ligor zanyariyên BasNewsê Şanaz Îbrahîm Ehmed du caran name arasteyî Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl kiriye û di wan nameyan da Şanaz Îbrahîm Ehmed aşkere kiriye divê êdî di nava YNKê da ti kes guh nede biryarên Kosret Resûl.

Derbarê pirsên navxwe yên YNKê da îro şemiyê 17- 08- 2019an Mihemed Wetman ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku Şanaz Îbrahîm Ehmed ji mêj va ye dijberiya Kosret Resûl, Berhem Salih û serkirdeyên din ê YNKê bûye û qiseyên ne li rê jê ra gotine.

Herwiha Mihemed Wetman da zanîn ku Şanaz Îbrahîm Ehmed xaltîka zarokên Mam Celal e û ji ber wê yekê jî serkirdayetiya YNKê û Kosret Resûl jî beramberî wê nerm in. Heger na Şanaz Îbrahîm Ehmed endamdeka asayî ya YNKê ye hewceyê êdî sînorek ji wê ra bihête danîn.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Wetman da zanîn ku nabe di nava YNKê da siyaseta binemalî û xizmayetî bihê cibîcîkirin û ew ne ligel wê yekê ye. Herwiha Encûmena Serkirdayetî û Mekteba Siyasî ya YNKê sînorekî ji wan zêdegaviyên Şênaz Îbrahîm Ehmed ra dayne.

Beriya bi demekê berpirsekî medyaya YNKê bersiva nameya Şanaz Îbrahîm Ehmed dabû û ragihandibû ku Şanaz Îbrahîm Ehmed bi armanca bibe Endama Serkirdayetiya YNKê daxwaza pêkanîna kongreye dike.

Back to top button