Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir

Roja 17.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa spasî pêşwaziya cenabê Serok Barzanî kir û mebesta serdana xwe jî ji bo ragihandina dawî hatina erkê dîplomasiya xwe bû li Iraqê û pesnê hevkarî û peywendiya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Yêkîtiya Ewrupa kir û hêvî xwest ew peywendî berdewam û bi hêztir bin û balkişand li ser wê yekê ku li her cîhek bê bîranîn û dostayetiya xwe ya li gel Kurd ji bîr nake.

Li beramber da Serok Barzanî, hêviya serkeftinê li erkê nû yê Ramon Blecua de xwest û balkişand li ser girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Ewrupa û tekez li ser zêdetir pêşxistina hemahengiya li gel Yêkîtiya Ewrupa kir.

Li beşekî dinê hevdîtinê de, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin û her dû alî tekez li ser peydakirina çareserî û rêya diyalogê û hevdû têgihiştina zêdetir kirin.

Di derbarê Herêma Kurdistanê jî Balyozê Yêkîtiya Ewrupa aramî û proseya siyasî û pêkanîna Hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi hengavekî erênî ji bo paşarojeke baştir wesif kir.

 


 

Back to top button