CîhanRojev

Endamên Kongres naxwazin Amerika F-16 a bifroşe Tirkiye

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçova Lûtkeya G20 de li Romaya civiyabûn û pirsgirêkên navbera herdu welatan de gotubêj kirîbûn. Di civînê de Tirkiye daxwaziya kirîna balefirên cengî yên F-16ê kirîbû. Biden ji dabû xûyakirin ku ev pirsa pêvajokiye.

Li ser daxwaza Tirkiye ya kirîna balefirên F-16an, 11 endamên Kongresa Amerikayê nameyek ji wezîrê derve Antony Blinken re rêkirin û nûnerê Demokrata Chris Pappas û nûnerê Komariya Gus Bilirakis serkêşîya amadebûna vê nameyê kiribûn. Di nameyê de endamên Kongres dibêjin ku, di vê pêvajoyê de daxawaza Tirkiye pêkwerê ev dibe wek îşaretek xelet. Em daxwaziya Tirkiyek ku rojava re bê girêdan diparêzin. Lê eger Erdogan û hukumeta Erdogan yasayên amerikayê ihlal bikin û ew guh nedin standartên NATO yê dê girêdana Tirkiye ya welatên rojava gelek zehmet bikeve.

Wek din jî di nameya xwe de endamên kongres dibêjin: Tirkiye sistema S-400 ji Rusya kiriye û Amerika ji bo vê yekê hinek ceza li ser Tirkiye danîne. Di vê rewşêde ne mimkine daxwaziya Tirkiye ya kirina balefirên F-16 pêkwerê.

Back to top button