Piştî rexneyên ku li dijî şervanên zarok tên kirin, bi salane ku PKK dîroka ji dayîkbûna şervanên xwe nade diyarkirin. Vê dawiyê de wêneyên Hêvîdar Tirbespiye (Ala Xidir Xelef) ku li avaşînê jiyana xwe ji dest daye hatin parvekirin, dema me li vîdeoya axaftinên wê dinêrî, hat bîra me ku çima PKK’e dîroka ji dayîkbûna wan eşkere nake.
Di dîmenên ku PKK’ê di medyaya xwe de parve kirî û têde ragihandî ku 4 gerîlayên wê li Avaşînê jiyana xwe ji dest dane de, tê dîtin ku temenê her çar gerîlayan di bin 18 saliyê de ne.
Ala Xidir ku tê texmînkirin 14 saliye, tevî ku di wêneyan de behsa tevahiya malbata xwe dike, lê belê dîroka ji dayîkbûna xwe eşkere nake.
Tevlîbûna kesên di navbera 14-17 salî da
PKK hemû agahiyên nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane, weke nav û paşnavê dirust, cîhê ji dayîk bûnê û agahiyên malbatî parve dike, lê belê, dîroka ji dayîkbûna wan diyar nake. Sedema vê ya herî mezin jî ewe ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 14-17 salî de tevlî rêxistinê bûne. Temenê kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 15-19 salî deye. Tê dîtin ku ev temenê navînî bi taybetî di salên dawî de pir kêm bûye. Piraniya gerîlayên ku di van demên dawî de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine kuştin di bin 18 saliyê de ne.
PKK’e ji bo her gerîlayekî ku li qada şer de jiyana xwe ji dest dide bernameyekî parve dike. Gerîla di van bernameyan de behsa malbatên xwe, sedemên beşdarbûnê û hwd dikin, lê kes dîroka ji dayîkbûna xwe eşkere nake. Bi gotineke din, dîroka ji dayîkbûna wan bi mebest ji aliyê PKK’ê ve tê veşartin. Piştî ku ev zarok dimirin, vîdeoyên wan bi muzîkek hestiyarî tên servîskirin.
Depoya şervanên zarok di destê PKK’ê de: rojava
Bi taybetî piştî pêvajoya pêşketina li Sûriyê û Rojava, temenê gerîlayên PKK’ê hê zêdetir daket. Pirsgirêkên aborî, bêkarî û bêewlehiya siberojêya li rojava tevlîbûna zaroka di nava PKK’ê de zêde kir. Ciwanên temenê wan di navbera 13-17 salî de dikevin bin sîwana kadroyên PKK’êyên ku cil û bergên xweş li xwe dikin û hesab ji kesî re nakin. Di nava van ciwanên li kampên PKK’ê de ne, kesên ku potansiyela wan heye û dixwazin vegerin welatê xwe hene, lê PKK’e wan dişînin kampên Qendîl û Garê. Her wiha ciwanên bakur ku li kampên PKK’êyên Başûrê Kurdistanê ne û dixwazin vegerin malên xwe yan jî ji PKK’ê qut bibin, dişînin cihên weke Reqa û Şahba ku dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ne. Bi vî awayî rê li ber derketina wan ji rêxistinê tê girtin. Bi awayek din mirov dikare bibêje, ev zarok dîl tên girtin.
Jêder:darkamazi