Civak

Endamek PAKê hate girtin

Endamê Meclîsa PAKê yê berê Zafer Kizil hate desteser kirin, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş hîna jî nehatîye berdanEndamê Meclîsa PAKê yê berê rêzdar Zafer Kizil roja 21.02.2018an li Wanê ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin.Serdozger ji ber parve kirinên Zafer Kizil yên di sosyal medyayê de daxwaza girtina wî kir; mehkemeya Wanê bi şerdê kontrola edlî Zafer Kizil serbest berda.Endamê meclîsa PAKê rêzdar Mehmet Ermiş jî di roja 14.02.2018an li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê ji alîyê polîsan ve ji ber parve kirinên wî yên di sosyal medyayê de hatibû desteser kirin û heta îro jî nehatîye berdan.Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birêvebrîya Navendîya PAKê Rêzdar Hanifi Turan jî ji ber axaftinên xwe yên di konferanseke li Wanê de di roja 31.01.2018an de li Emnîyetên Stenbolê û Dîyarbekirê îfade dabûn.Dewleta Tirkîyeyê bi hinceta Rewşa Awarte û Efrînê li himberî partîya me û li himberî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvanan bi desteser kirin, girtin û cezayên hefs kirinê êrîşeke ku nayê qebûl kirin dest pê kirîye. Van êrîşan di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de , destkeftîyên heyî jî ji holê radike.Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku hevalê me Mehmet Ermîş û hemû girtîyên sîyasî serbest berde, dawî li Rewşa Awarte, li vî şerê heyî, li sîyaseta li dijî Kurdan bîne; dawî li van hemû desteser kirin, girtin û hefs kirinan bîne. Ji bo bi rêyên aştîyane, demokaratîk û sîyasî hemû pirs û pirsgirêk bêne çareser kirin em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku gavên pêwîst bavêje. 21.02.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê 

Back to top button