
Encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîşana îradeyeke meşrû û demokratîk e
Di roja 30yê Îlona 2018an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dar ket.
Encamên resmî yên hilbijartinê di roja 21ê Cotmeha 2018an de hatin ragehandin.
Rêjaya beşdarîya hilbijartinê ji %59 e. Di hilbijartina 2013an ya Parlamnetoya Herêma Kurdistanê de rêjeya beşdarîyê ji %73 bû.
Partîyên Başûrê Kurdistanê helbete ku divê sebebên vê kêmbûna rêjeya beşdarîya hilbijartinê tesbît bikin û divê li dengê gelê Kurdistanê guhdar bikin, çareyan ji pirs û pirsgirêkên heyî re peyda bikin.
Lê li gel hemû kêmayîyên heyî jî, ev îradeya ku di hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derketîye holê îradeyeke meşrû û demokratîk e. Em bangî hemî partîyên Başûrê Kurdistanê dikin ku rêzê li vê îradeyê bigirin.
Em weke partîya ku di hilbijartinê de yekem derketîye PDKyê pîroz dikin. Herweha em hemû partîyên ku beşdarî hilbijartinê bûne jî pîroz dikin. Em rêzê li helwesta ew kesên ku neçûne ser sindoqan jî digirin.
Em bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin ku, li ser hişmendîyeke netewî û niştimanî li destkeftîyên federalî û destûrî yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin. Herweha li himberî tune hesibandina îradeya referendûma serxweebûnê ya meşrû û demokratîk jî bi yek helwest rawestin, li encamên referandûma serxwebûnê xwedî derkevin.
21.10.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê