Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)bi minasebeta eşkerekirina encamên hilbijartinên Kurdistanê, daxûyaniyek ragihand. Kosret Resul di daxûyaniya xwe de dibêje ku,
Bila qonaxeke nû destpêbike û rûpeleke nû ji tevahiya hêz û aliyên siyasî re vekin.
Kosret Resul da xûyaniya xwe de got: “Guhertinên li herêmê û egerên li ber me, wê yekê ji me hemûyan dixwaze ku dema wê hat divê em hemû li ser masaya guftûgoyê rûnin û beşdarî pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê bibin û bo xizmeta Kurdistanê û pêşkeşkirina xizmetguzariya zêdetir ji hemwelatiyan re kar bikin. Ev jî bi beşdariya me hemûyan û destberdana me ya ji rikeberiyê pêkan e.”
Kosret Resûl di peyama xwe proseya hilbijartinê wek “proseyeke demokratîk” bi nav kir û li gelê Kurdistanê û tevahiya hêz û aliyên siyasî pîroz kir û got, ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku baweriya xwe bi nûnerên xwe anî.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê herwiha da xuyakirin, ku girîng e hemû aliyên Kurdistanî karibin bi hev re û wek tîmekê beşdarî pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê bibin, daku bi beşdariyeke xurt ew para dikeve aliyên Kurdistanî û mafên neteweyî û destûrî yên gelê Kurdistanê bi dest bixin.