Encamên hilbijartinan barê PDKê girantir kir
Parlamenterekî berê yê PDKê dibêje, bi ragihandina encamên hilbijartinên giştî yên Kurdistanê, barê PDKê girantir kir. Ew ji PDKê daxwaz dike êz û azarên Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî neyên jibîrkirin.
Şeva borî encamên fermî yên hilbijartinên Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatin ragihandin. Li gorî wan encaman, PDKê 45 kursî bi dest anî û bi ferqek mezin ket pêşiya tevahiya partiyên siyasî.
Li ser vê mijarê, parlamenterê yê PDKê li parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û ew serkeftin li Serok Barzanî û tevahiya endam û alîgirên PDKê pîroz kir.
Şaxewan Ebdullah behsa xiyaneta 16 Cotmeha par jî kiriye û gotiye, dema Pêşmerge bi fermana Serok Barzanî hewla parastina Kurdistanê da li aliyê din hinek kesan bi hêceta ku em nikarin şer bikin, çeperên xwe berdidan û xiyanetek mezin li Kurdistanê kirin.
Wî kadroyê PDKê daye xuyakirin ku encamên hilbijartinan nîşan dide ku barê PDKê girantir bûye ji ber ku gelê Kurdistanê li bendê ye PDK bi alîkariya partiyek yan çend partiyên din arîşe û kêşeyên wan çareser bike ji ber wê jî divê her kes alîkariya PDK û Barzanî bike.
Şaxewan Ebdullah aniye ziman ku êdî parlamentoya Kurdistanê nabe cihê hevşikandin û xeberan û gotiye, PDK dê wê saziyê bike cihê derketina qanûn û biryarên girîng bo xizmeta welatiyan.
Şaxewan Ebdullah, ku xelkê Kerkûkê ye, daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê êş û azarên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û deverên din yên Kurdistanî ji bîr nekin û hewla vegerandina wan bidin bo himêza Kurdistanê.