Encamên destpêkê yên bûyera hotêl Somayê eşkere bûn

Îro li bajarê Silêmaniyê di preskonferensekê de Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê encamên destpêkê yên lêkolîna bûyera şewata hotêl Somayê eşkere kirin û rola saziyên Asayîşê û aliyên peywendîdar di dema bûyerê de lîstbûn bilind nirxan dû got: Bûyera şewata hotêl Somayê li bajarê Silêmaniyê em gihandin wê baweriyê ku asta bînasazî û teknîkî wek pêwîst be pêşve neçûye, piraniya avahiyên li herêma Kurdistanê şertên selametiyê tê de nînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonferensê de ku, waliyê Silêmaniyê û serokê komîteya lêkolîna bûyera şewata hotêl Somayê amade bûn, ew yek eşkere kir ku heta nuha 14 kes hatîne girtin û 11 kes jî bi kefalet hatîne azad kirin û 3 kes jî heta nuha girtîne. Salih got ku ev encamên destpêkê ne û heta ku encamên bûyerê bi dirudtî eşkere bin û sedemên wê bên zanîn dê lêkolîn berdewam be.

Serokê hikûmetê got ku di dema qewmîna bûyerê de 82 kes di hotêlê de bûn, 54 kes jê rizgar bûn û 28 kesan jî jiyana xwe jidest da ku di nav wan de jineke hamîle hebû.

Serokê hikûmetê di preskonferensê de da eşkere kir ku ew komîteya ji bo diberçavderbaskirina şertên selmetiya avahiyên herêma Kurdistanê hatiye pêkanîna mehek daye avahî, restorant û hotêlan daku şertên salametiyê bicih bînin, ji ber ku li gor rapora wê komîteyê ku, serdana 843 avahî, hotêl û avahiyên hikmî kiriye, eşkere bûye ku piraniya wan şertên pêwîst yên selametiyê tê de nînin.

Serokê hikûmetê got ku ji nuha û pêde heta şerteên selametiyê neyên bicih anîn rê nadin tu avahî bên avakirin.

Di bersiva pirsekê de ka ”gelo nêrîna we li ser agirketinên vê dawiyê yên li herêma Kurdistanê çi ye?” Serokê hikûmetê got:” Hindek ji wana agirketinan bi awayê enqest in û sedema hindekan jî xemsarî ye. Heta nuha hindek kes hatine girtin û lêkolîn digel wan tê kirin lê bi baweriya me destê derve li pişt wan bûyeran nîne.”

Di dawiya preskonfernsê de Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd kir ku nefta xam ji herêma Kurdistanê naçe derve, û got ku piştî tatîla parlamentoya Kurdistanê divê ev meseleye bi cidî bê çareserr kirin.

Nerîna min :