Yekem şandeya fermî ya hikûmeta Filipînê serdana Kurdistanê kir
Di çarçoveyê serdana xwe de bo herêma Rojhilata Navîn û Îraqê, şandeyeke wezareta derve ya Filipînê bi serokatiya sefîr Rûy Sîmaço nûnerê taybetî yê serokê Filipînê û serokê komîteya karûberên Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Filipînê serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de şandeya filipînê armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê eşkere kir û got ku ew hatine da ji nêzîk haydarî rewşa karkerên filipînî yên kul i herêma Kurdistanê kar dikin bibin herwesa helsangandina rewşa herêma Kurdistanê ji aliyê karkirin û miamileya digel karkerên biyanî ve.
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve kêfxeşiya xwe li hember yekem sedana fermiya şandeya hikûmeta Filipînê bo henîşan Kurdistanê nîşan da û hêvî xwast ku serdanên fermî yên şandeyên filipînî bo herêma Kurdistanê berdewam bin, daku peywendiyên aborî, bazirganî û kulturî di navbera Kurdistanê û Filipînê de xurt bibin.
Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de ji şandeya mêvan ra behsa siyseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê aramî, îstîqrar, geşepêdanan aborî û civakî û qanûn parastina mafên karkerên biyanî li herêma Kurdiustanê kir.
Şandeya hikûmeta Filipînê aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê bilind nirxand û îşaret bi wê yekê jî kir ku karkerên filipînî li herêma Kurdistanê bo giriftarî karê xwe dikin û got ku ev jî nîşana hebûna qanûnên parastina mafên karkeran e.