Kultur

Encama Konferansa Dersimê ya li Stockholmê

Êşa Dêrsimê didome…
Ev rastî, ji axaftin û keserên şahidê jenosîda Dêrsimê Elî Gultekin dikare baş bê fêmkirin. Ji hizirkirina kûr û analîza parlementerê Dêrsimê Şerafettîn Halîs ku hejmarek kes ji malbata wî şehîd ketine, baştir tê îfadekirin. Evîn Çîçek ku bi dirêjî lêkolîn li ser qirkirin û pirkûjiya Dêrsim û Koçgîriyê kiriye û bi xwe ketiye ber pêla nefîkirina dewletê, dikare baştir vê êşê bihêne zimên. Lawkê Dêrsimî Kemal Gorgu bi qirîniya li ser nîgargehê, bi rêya şanoya xwe bû dengê şehîdên Dêrsimê û hewil da ku êşa Dêrsimê, bi rêya hunerê bihêne zimên. Wî baş anî zimên ku Dêrsim çima digirî?
Birîna Dersimê kur e, êşa qirkirinê mîna dûhî îro jî didome…

Konferansa Dêrsimê li Stockholmê ku di 24 Çileya Paşîn 2010 de pêk hat, û ji aliyê Kurdocide Watch ê hatibû organîzekirin, li ser êş û birînek me, dengek & rengek netewî, û hevkariyek xwezayî pêk anî û bi saya dostên Kurda bû cihê niqaşên balkêş û berdewama kampanya û niqaşek navnetewî.

Çend dîmenên cewaz ji konferansê
Ciwan Haco, bi ”Dersim Welatê ma yo” heyecanek netewî da beşdarên konferansê. Îdeolojî û alîgirî bi şêweyekî nerm û xwezayî cihên xwe dan hevkariyek xwezayî û hîsên Kurdayetiyê. Kêfxweşiya dostan bi hîs û helwestên me yên netewî derketin berepêş û bilind bûn. Dengê Ciwan bandorek mezin li guhdaran kir, hêsir û hîsên me tevlîhev bû…

Serokê Komîteya CHAK Bakur Seyidxan Anter bi axaftina xwe, ji pirkûjiya Cuhûyan li Elmanya derket rê û xwe gihand qonaxa jenosîda Dêrsimê. Siyaseta Turkiyê rexne kir, qonaxa nû ya girtina DTP ê û operasyonên li dijî dezgehên demokratîk yê Kurda anî rojevê. Anter ji beşdaran xwest ku pirsê cidî bigirin…

Dîtina pisporan
Turkiye dikare bandora xwe bi rêya berjewendiyên cewaz û hevbeş li siyestvan, partî û dezgehên navnetewî û hetanî cihekî li dewletan bike. Lê ilm, dezgeh û kaniyên zaniyariyê nikare heta hetayê çavê xwe ji rastiyê bide guhertin. Delîl û ispata herî mezin axaftina du kesan, Profesorê Dîrokê David Gaunt û doktorê dîrokê Håkan Blomqvist bû.

Gaunt wisa axifî:
“Dêrsim çi caran serî netewand. Azad bû û cihê xwe serbixwe bû. Dêrsimî kaniya serhildêran ya netewî bû her wisa cane gelek kesên mesîhî, ermenî û aşûriyan ji mirinê rizgar kirin. Rejîma Kemal mîna hercar bi xwe ya slogana (xapînok) ”ji bo pêkanîna medeniyeta sivîl û rizgarkirina civatê ji destê feodalan” derket rê. Devera Dêrsimê bi hêzên mezin hate pêçan. Qanûnên taybetî derêxistin. Dêrsim ji ezmên ve bi balafiran hate bomberanakirin. Zarok, jin, pîr, mêr û jin, hemû kes ketin ber êrîşa wan. Jenosîd pêk hat.”

Håkan Blomqvist wêneyên balkêş ji dema jenosîda Dersimê da: ”Dema ku Turkiyê li Dersimê dest bi oprasyonên leşkerî kir, cîhan bi xwe û problemên piralî mijûl bû. Buyerên li Dêrsimê pêk hat çi caran nehate zelalkirin û li Swêdê jî nebû cihê niqaşan. Divê buyerên wisa û buyerên hatine sere kurda neyê jibîrkirin. Hewildanên dixwazin bidine jibîrkirin rê ji buyerên nû re vedikin.”

Lêkolînêra nasdar Evîn Çîçek di axaftina xwe ya Fransî de, qala hejmarek dokument ji dema jenosîda Dêrsimê kir. Li gorî wan dokumentan hejmara kesên li Dêrsimê hatine kûştin pir gelektir e. Ev yek qet nehatiye eşkerekirin û ji aliyê Kurdan ve jî zêde nayê zanîn. Çîçek li ser hejmara rûniştvanên Dêrsimê zaniyarî da û li ser kesên sirgonkirî analîzek balkêş pêşkêş kir.

Mesaja Sosyolog Dr. Ismail Beşikçi bi Swêdî hate xwendin. Beşikçi di nameya xwe de, li ser daxuyaniya rêvebirên dewleta Turkiyê ya dema pirkûjiya Dêrsimê zaniyarî da. Ji dema qirkirinê, kûştina zarok, keç û xortên Kurda û şêweyê barbariya wan anî zimên. Buyera Dêrsimê jenosîd e û dive ev yek wisa bê pejirandin.
Rêz û hurmeta ji bo Mesaja Dr. Beşikçi û şexsê wî, di konferansê de eşkere xuyanî dikir.

Û Dêrsimî qala Dêrsimê dikin
Sê kesên Dêrsimî, Parlementerê Dersimê yê BDP ê Şerafettin Halis, Senarîst û lîstikvan Kemal Görgu û Şahidê pirkûjiya Dêrsimê Elî Gultekîn bala beşdaran kişand.

Kemal Görgu di monologa Dêrsimê de, bi zimanek hunerî êşa Dêrsimê bi me re pay kir. Kûla Dêrsimê bi rêya lîstikek şanoyî, û carna bi stiranên pirsê ve girêdayî anî ser nîgargehê. Her peyvek bû wêneyek û stiranên wî bû baran û bû hîs û di çavên temaşavan de xuyanî dikir.
Zimanê hunerê û hunermandiya Görgu nîşanek eşkere bû ji bo giringiya hunerê di xebata me ya netewî de.

Parlamenterê Dersimê Şerafettin Halis bi êşa qûrbanên malbata xwe dest bi axaftina xwe kir. Li ser amadekiriya dewletê jibo pirkûjiyê zaniyarî da. Amadekarî û kirinên serfermandar û Waliyê herêmê Abdullah Alpdogan bi nimuneyan anî zimên. Biryarên dewletê eşkere kir. Paşê jî çend dîmen ji dema pirkûjiyê anî zimên. Pir ecêb e ku, Dersima ku bûye qûrbana siyaseta partiya CHP ê, piştî pirkûjiyê demek e dirêj dengên bilind ji Dêrsimê girt.
Halis li ser siyaseta AKP ê ya li dijî kurda zaniyarî da. Li ser beyanên rêvebiriya CHP ê rawestiya û axaftina xwe wisa bi dawî anî: Dêrsim îro bûye pirsa mirovahiyê, qirkirina li wir pêk hatiye li dijî însanetiyê ye û divê mirovahî bê helwest nemîne.

Eli Gultekin qala dema zaroktiya xwe û qirkirina Dêrsimê kir. Zarokên hatine windakirin û malbatên hatine kûştin û sirgonkirin. Li cîhanê, di dîroka gelek gelan de pelên reş û neyênî hene. Lê belê mirov, uzir û lêborîna xwe dixwaze. Mirov xeletiya xwe dihêne zimên. Dide xuyanîkirin ku ew li dijî helwestên wisa neînasnî ne. Lê ev yek qet li cem komara Turkiyê xuyanî nake. Çi niyeta wan tune ye ku xwe bidin guhertin. Hêviya min ew e ku, Dêrsim neye jibîrkirin û pirs bibe ya Swêdê û tevayê mirovahiyê…

Dostên Kurda
Serokê Enstîtuya Aşûriyan li Swêdê Jan Bet-Şawoce bala beşdaran kişand ser taybetiya Dêrsimê ji awira parastina kesên nemihemedî, anku mesîhî û hwd. Bi saya Dêrsim û xelkê Dersimê gelek kes ji kûştinê rizgar bûn. Gelên cewaz hatin Dêrsimê, bûne mêvan û hatin parastin. Paşê bi rêyên cewaz derketin derveyî welêt. Divê Dêrsim neyê jibîrkirin. Pirkûjiya Dêrsimê were rojeva navnetewî…

Partiyên Swêdê bi kesên nasdar beşdarî konferansê bûn. Anders Lago ji sosyal demokratan, Jakob Johnson ji partiya çep, Bodil Ceballos ji ya keskan, Gulan Avci ji ya gel, Fahmi Mahmod ji modaratan û  Désiré Pethrus Engström ji mesîhiyên demokratan axaftinên bi wate kirin. Lago, Pethrus û Mahmod bi giranî li ser rewşa Turkiyê û kirinên li dijî demokrasiyê kur bûn. Lago buyera Dêrsimê weke qirkirinek eşkere nirxand. Jonson û Ceballos qirkirina Dêrsimê weke buyerek li dijî însanetiyê binav kirin û dê di nava partiyên xwe de pirsê bihênin rojevê.

Ji partiya gel Gulan Avci bûyera Dêrsimê weke jenosîda dawî ya Kemal, binav kir. Bi taybetî li ser endametiya Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê-EU mesajên giring da. Avci, ji EU û Swêdê xwest ku, pirsa Turkiyê ciddî bigirin. Gulan Avci, bi taybetî helwesta CHP ya jenosîdxwaziyê bi hişkî rexne kir û partî û beşdarên konferansê li ser pirsê şiyar kir. Analîza Avci têra xwe balkêş bû.

Kurdên Swêdê
Di konferansê de, hejmarek Kurdên Swêdê ku di nava partiyên swêdê de çalak in beşdarî konferansê bûn. Yekbûn Alp, Hediye Guzel, Felemez Akad, Amine Kakabaveh beşek ji wan bûn. Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil û daxuyaniyên wî bala gelek kesan kişand. Kurdên Feyli, Kurdên Yarsan, Kurdên Êzîdî û Meclîsa Aşitiyê li Ewropayê bi mesajên xwe reng dane konferansê. Gelek kes ji rêvebir û endamên dezgehên netewî yên mîna Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, Konseya Kurd li Swêdê, Enstîtuya Kurdi li Stockholmê di nava beşdaran de bûn. Hejmarek mezin ji ronakbîrên Kurdan û polîtîkar bi me re bûn.

Mesaj û beşdarî
Prof Dr. Celîlê Celîl ji Viyanayê hatibû û beşdarî kir. Her wisa gelek mesaj ji me re hatin, di nav wana de mesaja serkevtinê ya Federasyona Komelên Êzidiyan, Enstîtuya Kurd ya li Beljîkayê bû. Ji rêvebiriya PEN a Swêdê Firat Cewerî jî cihê xwe di nava beşdaran de girt.

Beyana konferansê
Beyana encamê di bin sê beşan de forma xwe ya dawî girt:
– Buyera li Dêrsimê di 1937-38 an de pêk hat jenodîs bû.
– Konferans qedexekirina DTP ê mehkûm dike û daxwaz dike ku siyasetvanên Kurd yên girtî bêne berdan. Divê biryara dadgeha li dijî serokê Dalkurdê Ramazan Kizil bê hilweşandin.
– CHP bi siyaseta xwe ya neyartiya Kurdayetiyê û neteweperestiyê li dijî prensîb û nirxên Sosyalist International radiweste û xebatê dike. Divê Sosyalist International partiya CHP ji endametiya xwe derxîne.

Armanca CHAK ê
Armanca Kurdocide Watch-CHAK ê ew e ku, li ser pirsa jenosîdên li dijî Kurd û Kurdistaniyan kur bibe. Pirkûjiyên pêk hatine bi rêya pispor, siyasetvan û kesên têkildar li welêt û derveyî welêt bike cihê niqaşan. Bi rêya şahidên buyerê bike dokument û bibe ber destê dezgehên navnetewî. Pirsa tevkûjiyê bike pirsa mirovahiyê. Ji bo mafê mirovan yê Kurd û Kurdistaniyan xebatê bike.

Kurdocide Watch li 12 welatan niwênertî û komeleyên xwe hene. Li welêt xurt dibe û li derveyî welat jî hêza xwe mezin e. CHAK endamê Dadgeha Navnetewî ya li dijî Sucdarên Şer û hwd ye. Em ê li ser jenosîdên Enfal, Dêrsim û Amûdê û tevayên jenosîdên li Kurdistanê pêk hatine xebatên berfireh bikin. Konferansa Dêrsimê li Stockholmê ne gava me ya yekem li ser tevkûjiya Dêrsimê ye. Destpêk e. Gavên nû hatine plankirin û dê bêne avêtin.

Bê guman e ku CHAK hêza xwe ji Kurd, Kurdistaniyan û dostên xwe digire. Serkevtina me bi saya we ye. Bi me re bin, me bi tenê nehelin, em ê gavên mezintir bi hev re bavêjin û serkevtinan bi dest bixînin. Gelek spas.

Gabar Çiyan

– Cigirê Serokê Giştî yê Kurdocide Watch ê
– Endamê Rêvebir yê Komîteya CHAK Bakur
– Endamê Desteya Ragihandinê ya Navenda CHAK ê

Back to top button