Nivîsar

Encama hilbijartina û siyaseta tevlihevbûnê

Hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dawî bûn. Lê dixweyê rojeva hilbijartina heta demek din berdewam dibe. Di vê derbarê de her partiyekî li gora xwe hinek stratejî û tifaq pêkanîn. Hin serketuin hinek din winda kirin. Bê guman li gora her partiyekî û helwesta wan di hilbijartinan de nirxandinên cuda gerek bêne kirin.

Li vê derê rewşa DEMê gelekî balkêşe û helwesta desthilatê jî wek rewşa DEMê balkêşe. Herdu alî bingehê nexweşîyekî di civatê de ava dikin. Piştî hilbijartin xilas bûn û encamên ne fermî bê jî kifşbûn, li Wanê Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind belgeya şeredariyê neda berbijêrê DEMê Abdullah Zeydan. Dan xûyakirin ku, qanûnî Zeydan nikare bibe şeredar ji bo ku, qedexeya siyasî li ser heye û wî di doza PKKê de ceza xwariye û hêja dema qedexeye ku li ser heyî xilas nebûye.

Ev helwest bû sedema xwepêşandana li hemû bajarên Kurdan û DEMê ev yek protesto kir, daketin kolana û xwepêşandan kirin. Gelek cihan navbera wan û polisan de pêvçûn derketin û aramiya rewşa herêmê ber bi têkdanekî ve birin û rewşa du alî di warê aramiya civakî de nexweşiyek bi dest çekirî peydakir.

Çi bû:

Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de namzetê DEM’ê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48 bi 245 hezar û 573 dengan bi ser ket. Namzetê AK Partiyê Abdulahat Arvas bi 120 hezar û 147 dengan ji sedî 27,51 wergirt.

Lê Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind li şûna endamê DEM Partiyê Zeydan namzetê AK Partiyê Abdulahat Arvas wek qeyûm tayînî şaredariyê kir û belgeya hilbijartinê da wî.

Li vê derê hem desthilat hem jî DEM ketin di nava xeletiyek mezin de. Ji berî her tiştekî gerek DEMê kesayetek wek Abdullah Zeydan nekira berbijêr . Ji ber ku DEMê rewşa wî dizaniya û wan hesabê ku dê Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind Zeydan qebûl neke  dikiran. Li vê derê pirs ewe ku, gelo  madem DEMê rewşa huquqî ya Zeydan dizaniya ji bo çi ew kirin berbijêr?

Ji aliyek din ve gelek şeredarên wek Zeydan di lîsteya DEMê de hatîn hilbijartin hene û rewşa wan a huquqî(li gora desthilatê) krîtîke. Hinek ji wan berê ji şeredariyan hatibûn dûrxistin û dewsa wan de qayum hatibû tayin kirin. Herweha girêdayê PKK doza gelekan ji wan berdewam dike.

Eger çavê DEMê ne li hîla û plana bûya ji bo çi ev kesayetên bi vî awayî kirin berbijêr û ew hatin hilbijartin? Bi sedan kesayet di nava DEMê de hene ku, tu doz derheqê wan de nehatiye vekirin û xwedî wesfên başin û dikarin bibin berbijêr. Lê DEMê ew tercih nekirin.

Ji aliek din ve hemû berbijêr ji berî ku berbijêriya wan ji aliyê Dezgehê Hilbijartinê ve bê qebûl kirin gelek belgeyan amade dikin û pêşkêşî Dezgehê hilbijartinê dikin. Eger rewşa hineka ji bo berbijêriyê dest nede gerek Dezgehê hilbijartinê berbijêriya wan qebûl neke. Madem di serî de berbijêriya wan tê qebûl kirin, ji bo çi piştre, piştî têne hilbijartin belgeyn wan nade û dewsa wan de qayum têne tayin kirin?

Sedemê qaosa ku çêdibe helwesta du aliye û milet jî xusarek mezin ji vê yekê dibîne. Di rastiya xwe de DEM jî sûdê ji van tiştan distine û nakokiyên di nav xwe de dide aliyekî û ya herî girîng jî bi vê kaosê  rantek siyasî destve tîne.

Rewşa desthilatê wek di serî de jî me gotî, bi zanebûn ji bo ev tevlîhevî çêbibin hinek helwestan digre û bi keyfî tevdigere. Eger rastiya heyî vekirî bê gotin yek tişt tenê heye: Herdu aliyî bi nava hemahengiyekî de hev bi awayekî peydakirina qaosên civakî xwedî dikin.

Rewşa Abdullah Zeydan:

Di Hilbijartina Giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî parlamenterê Colemêrgê hat hilbijartin.

Di 4’ê Mijdara 2016’an de di operasyona li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê de hatibû girtin.

Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Diyarbekirê bi hinceta “alîkariya rêxistina terorê kiriye” 5 sal û ji ber çalakiya ku beşdarî kiriye 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê birî.

Zeydan ku bi giştî 8 sal û mehek ceza lê hat birîn, heta 6’ê Çileya 2022’an li Girtîgeha Edîrneyê ma.

Wezareta Dadê roja Înê 29ê Adara 2024an, 5 xulek berî bidawîhatina roja kar, bi biryar û nameyeke îdarî li dijî mafên qanûnî îtîraz kir.

Nûçe/analîz

Back to top button