Polîtîk

Erdogan behsa sedemên windakirina AK Partiyê kir

Civîna Konseya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê pêkhat. Civîna ku di serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan de li navenda partiyê hat lidarxistin 4 demjimêra dewam kir. Erdogan destnîşan kir hilbijêrên ku 10 meh berê dengê xwe dane AK Partiyê vê carê neçûn ser sindoqan. Erdogan destnîşan kir ku di sedema neçûna ser sindoqan de hem rêxistin, hem navend û hem jî namzed bi xwe xwedî kêmasine.Herweha rewşa darayî û enflasyon jî weke faktoreke din sedemê windakirina dengan hate qebûl kirin..


Serokomar Erdogan di civînê de da xûyakirin ku rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 44,3 daketiye ji sedî 35,5ê û ya Tifaqa Gel jî ji sedî 51,6 daketiye ji sedî 40,5an. Erdogan bal kişande ser wê yekê ku partiyê rastî ziyaneke cidî ya dengan hat û got, sedema sereke ya vê yekê ew e ku hilbijêrên 10 meh berê dengên xwe dane AK Partiyê, vê carê neçûn ser sindoqan. Erdogan got ku rêjeya beşdariya hilbijartinên 2024an li gor hilbijartinên 2019an 6 puan kêm bûye û piraniya vê kêmbûna 6 puanî ji hilbijêrên AK Partiyê pêk hatiye.

Erdogan destnîşan kir ku di hilbijartina 31ê adarê da kesên ku piştgiriyê didin AK Partiyê him rêxistin, him navend û him jî namzedan dengê xwe dernexistine û destnîşan kir ku di serî de pêvajoya hilbijartina namzedan divê bi berfirehî li ser van nîqaşan bê axaftin û di vî warî de dê hemû gavên pêwîst bên avêtin.

Erdogan got: Miletê me ku piştî damezrandina me tenê 15 meh şûnde em layiqî desthilatdariyê dîtin, di hilbijartinên beriya 10 mehan de partiya me serkeftin destve anî, di hemû hilbijartinên ku heta niha em beşdar bûne de her tim milet li kêleka me bû . Di 22 salên dawîn da 17 caran sindoqên dengan ji bo me tejî kirin#1 adarê em ketin paş CHPê. Divê em baş analîz bikin ka çima gel li pişt xwe da me.

Erdogan dwiyê de rexneyên giran kirin û bala komita reveberiyê jî kişand û got: An em xeletiyên xwe dibînin û xwe serast dikin, an jî bi dîtina rojê em wek qeşayê dihelin. An em karê xwe ji serî heta dawiyê bi awayekî bêkêmasî dikin, an jî em nikarin ji dayîna berdêlek girantir dûr bisekinin. Yan em pirên xwe yên evînê bi miletê xwe re xurt bikin, yan jî em nikarin xwe wek partiyên ku em rexne dikin bihêlin. Kî be bila bibe em nikarin destûrê bidin ku ezmûna 22 salan û têkoşîna dijwar a 22 salan winda bike. Em destûrê nadin vê.”

Back to top button