Cîhan
Di meha Adarê de 91 kolber hatine kujtin û birîndarkirin
Rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê da zanîn ku di meha Adara 2024an de herî kêm 91 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kujtin û birîndarkirin, ku ji sedî 66ê wan bi gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îranê bûne qurbanî.
Li gor raporê, 13 kolber û kasibkar hatine kujtin û 78 kolber jî birîndar bûne. Herweha hat gotin ku kolberekî ciwan ê xelkê Dîwanderê bi navê Hestiyar Ebdulkerîmî ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest daye û 5 kolberên ciwan jî bi gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îranê li ser sînorên Bane, Newsûd, Seqiz û Merîwanê hatine birîndarkirin.
Di raporê de hat gotin ku zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 44 kesan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.