Polîtîk

Endamek din yê serokatiya Goranê peywendiyê bi PDKê dike

Endamekê serokatiya Tevgera Goranê îstîfa ji partiya xwe dike û peywendiyê bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike.Li gor malpera Kurdistan 24, Salih Mehmûd endamê civata niştimaniya Tevgera Goranê ku di heman demê de ew şaredarê bajarokê Dukan a ser bi Silêmaniyê ve bû, îstîfa ji tevgera Goranê kiriye û gihştiye rêzên PDKê.Mehmûd dibêje ku, rewşa Goranê ya navxwe tevlîhev bûye û Goran hokara sereke ya aloziya rewşa siyaisya Kurdistanê ye û ji ber wan sedeman wî terka rêzên Tevgera Goranê kir û peywendî bi PDKê kir.Weke tê zanîn ev heyameke û bi taybetî piştî lihevhatin di navbera Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistan û Tevgera Goranê de hatiye îmza kirin, êdî endam û kadiroyên Goranê îstîfa dikin û peywendiyê bi partiyên din yên başûrê Kurdistanê dikin.

Back to top button