PolîtîkRojev

Emê hewl bidin yasayekî taybet derbarê Şingalê de derbixin

Namzedê PDKê yê helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê Dr. Macid Şingalê ragehand, fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê emê hewl bidin yasayekî taybet derbarê Şingalê de derbixin.

Namzedê bi hejmara 30 yê bazineya Nînowa li sînorê Şingalê Dr. Macid Şingalê ji bbasNewsê re ragehand: ‘’Armanca me ya çûna Parlamentoya Iraqê ji bo bidest xistina mafên ziyandîtî yên Şingalê û avadaniya bajar û vegerandina koçberan e.’’

Macid Şingalê diyar kir, tenê PDK berevaniyê li Şingal û xelkê wê dike û got: ‘’Pêwîste xelkê navçeyê bi hişyarî deng bidin û wê bizanin ku tenên namzedên PDKê berevaniyê li wan dike.’’

Namzedê PDKê got: Li Parlamentoya Iraqê emê kar li ser derxistina grubên çekdar ên li Şingalê bikin û ji bo dabîn kirina aramî û seqamgiriya bajar emê hewl bidin. Ew grubên çekdar ti demekî berjewendiya hemwelatiyên Şingalê naxwazin û tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.

Macid Şingalî diyar kir, beşekî din ê bernameya karên wan li Bexdayê hewldana ji bo qerebû kirina xelkê Şingalê ye, ji ber dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê û hebûna grubên çekdar ziyaneke mezin geheştiye xelkê Şingal û bajar.

Li gor namzedê PDKê xelkê Şingalê baweriya wan bi namzedên PDKê heye û hersê namzedên PDKê li sînorê Şingalê (Macid Şingalî, Îbrahîm Mihemed Qebo Mîranî û Viyan Dexîl) serkeftî dibin û baweriya xelkê sînorê Şingalê dê bidest bixin.

Macid Şingalê diyar kir, eger PDK nevegere Şingalê wê demê xelkê Şingalê dê jiyana xwe bin çadiran de berdewam bike û li kampan jiyanê baştir dibînin heta bi wî awayî vegerin bajêr. Ji ber ti baweriya wan bi wan hêzan tine, ku naha li Şingalê desthilatdar in û tenê PDK kar ji bo avadaniya Şingalê dike.

Namzedê PDK aşkera kir, fraksiyona PDKê di dewreya nû ya Parlamentoya Iraqê dê hewl bide yasayekî taybet derbarê grubên çekdar ên li Şingalê, avadaniya Şingalê û vegera koçberan û ji bo parêzgeh bûna Şingalê yasayekî derbixin.

Back to top button