Li Trikiye guhertina desthilatê ji bo piraniya aliyên siyasî bûye armancek sereke. Ji aliyekî ve AKP û Erdogan ji bo Parastin û berdewamiya desthilatê li berxwe dide û ji bo temenê desthila xwe dirêj bike planên nû digere.
Lê ji aliyek din ve jî partiyên siyasî ji bo ev desthilat têkherê û desthilatek nû werê, hemû rêyan bi kar tînin. Yek rê heye ku desthilata heyî bê guhertin, ew jî pêkanina tifaqek berfireh e.Ji bo vê yekê jî 6 partiyên siyasî di nava leptekîne û hewldidin bi hevre tevlî hilbijartina bibin.
CHP,IYI Parti,Saadet,DEVA,Partiya Demokrat û Partiya Pêşerojê hewla yekrêziyek ji bo hilbijartina dikin. Herweha bi awayekî çavê xwe berdana dengên HDPê jî, lê hemû di derbarê HDPê de ne hemfikirin jî CHP hewl dide bi awayekî HDPê re jî di nava tifaqekî de be. Bê guman formilên vê yekê hene,lê heta Hezîrana 2022ê desthilata heyî dikare yasaya hilbijartina biguherê. Ji xwe AKP hewldide bi awayekî rê li ber yekrêziya dijberên xwe bigre û li gora vê jî di nava lêgerînekî de ye ku çewe yasa hilbijartina biguhere.
Di derbarê HDPê de partiyên heyîn gelek ji hev cuda difikirin, her çikas HDP xwe wek partiyek Tirkiye dide nasandin û hewldide ku li gel van partiyan yekrêziyekî pêkbîne, pêwendiya HDP ya Îmralî û Qendil HDPê re dibe asteng.
Li Tirkiye rojeva muxalefetê li ser têkbirina AKPê û Erdogan e. Tenê dijitiya desthilata niha, ji bo di hilbijartinan de yekrêziyek di nava muxalefetê de pêkwerê bes e.
Gelek ji Aliyên Tirk dibêjin ku HDP rastiyeka vî welatiye û divê muxalefet li gel HDPê jî tifaqê pêkbîne. Li gora baweriya gelek kesan jî dê ev yek pêşerojê de pêkwerê.
Lê ji aliyek din ve her çikas HDP dijitiya Erdogan û AKPê dike jî, AKP dikare li gel HDPê hevkariyekî bike. Ev yek ne ji derê ihtimalaye. AKP hêja Kerta Îmralî nexistiye rojevê û neleyztiye. Îmralî wek çekek girîng di destê AKPê de tê nirxandin.