Tê îdia kirin ku Amerika û Îsrail li ser rewşa peymana Nûkleer li gel Îranê civînek pêkanîn û li ser ihtimala ku eger peymanek nû li gel Îranê neyê îmzekirin axavtin û plana xwe ya B dê çewe bêxin rojevê gotubêj kirin.
Li gaora nûçeya Wala News rawêşkarê ewlehiya netewî yê Amerikayê Jake Sulivan û yê Îsrailê Eyal Hulata civinek ji bo vê babetê pêkanine û li ser alternatifên din sekinîne. Herweha Amerika dikare çerçoveya dorpêça li ser Îranê jî berfirehtir bike.
Berdevkê wezereta derve yê Îranê Said Hatibzade dabû xûyakirin ku, dê hevdîtinin ji bo li hevhatina Nûkler cardin di navbera çend heftiyan de li Viyena paytextê Nemsa destpêbikin.
Ji berî niha li hevhatinek ji bo Atomî sala 2015ê di navbera DYA,Rusya,Fransa,Britanya ,Çîn , Almanya û Îranê de hatibû îmzekirin. Ev peyman wek peymana Îran û P5+1 dihata bi navkirin. Lê serokê Amerika yê berê Trump welatê xwe sala 2018ê ji vê peymanê vekişandibû.