CivakRojev

Emê bi berdewamî piştevanê Pêşmerge bin

General Matthew McFarlane û Cîhgira Wezîrê Parastina Amerîkayê Dana Stroul, di derbarê şerê li dijî DAIŞê û êrîşa ser Balafirgeha Silêmanîyê ji çapemenîyê re nirxandin kirin. General Matthew McFarlane, di axavtina xwe de anî zimên ku ” heta ku DAIŞ bi temamî bê têkbirin ewê li Iraq û Sûrîyê bimînin”.

General Matthew McFarlane, di berdewamîya axavtina xwe de got: “Emê bi berdewamî piştevanê Pêşmerge bin. Proseya çaksaziyê û destpêkirina liqê 1 û 2 ya ser bi Wezareta Pêşmerge nîşan dide ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina asayîş û aramîya navçeyê pabend e”.

Matthew McFarlane, da zanîn ku êrîşên DAIŞê li gor sala borî ji sedî 68 li Iraqê û ji sedî 55 li Sûrîyê kêm bûne û tekez kir ku ew rêxistin hê jî wek metirsîdar e û giringîya berdewamîya şerê li dijî ramanên radîkal heye.

Ji aliyê din, Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul, diyar kir ku lêkolîna di derbarê êrîşa ser Firokexaneya Silêmanîyê berdewam dike. Dana Stroul, da zanîn ku di otomobîla ku êrîş lê hat kirin de leşkerên Amerîkî hebûn û got ku ew bi tundî li dijî her hewla ku karmend û hevkarên wî welatî bikeve xeterê ne.

Stroul, di derbarê serdana Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin ya ji bo Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku, ti guhertinek di siyaseta Amerîka ya li hember gefên li ser navçeyê de çênebûye.

Back to top button