Polîtîk

Em ti carî nefikirîne Kurdistana mezin ava bikin

Berpirsê TEVDEMê yê Welatên Kendavê Şivan Xabûrî di televîzyoneka erebî da aşkere kir ku wan ti carî fikra avakirina Kurdistanê mezin nekiriye.

Nûner û berpirsê TEVDEMê li welatên Kendava Erebî Şivan Xabûrî îro derbarê geşedanan dawî yên li Rojavayê Kurdistanê ji televîzyoneka Hedes a erebî ra axivî.  Xabûrî derbarê bîr û îdeolojiya rêxistina PKKê da axivî û got: “Me ti carî fikir nekiriye ku em Kurdistana mezin ava bikin û me ti carî peywendiyên xwe ligel Beşar Esad nebiriye.”

Herwiha Xabûrî derbarê hatina hêzên rejima Beşar Esad bo Menbicê jî got:”Hûn dizanin rêveberiya xwecihî herdem parastina yekparçeyiya Sûriyê kiriye. Jiber wê ti carî problem di navbera me û Esad de derneketine. Kêşeya me ya ligel Esad bi tenê liser esasê destûrê ye.

Di berdewamiya axaftina xwe da Xabûrî da zanîn ku hêzên rejima Beşar Esad li Menbicê ne û wiha berdewam kir: “Berê jî artêşa Sûriyê li wan hêrêman bûn. Aniha li şûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê ew bên parastinê di ber xelkê bajêr de li dijî êrîşên Tirkiyê da bikin.”

Liser pirsa “Gelo wê rejima Sûriyê çiqasî pabendî wan rêkeftinan bike û ew egera nîne ku rejim dîsa êrîşê û tadê li kurdan bikde?” Xabûrî got: “Me ti carî fikir nekiriye ku ji çarçoveya yekparçeyiya Sûriyê dûr bikevin û me ti carî fikir nekiriye ku em Kurdistana mezin ava bikin. Têbîniya me bes li ser destûrê bûye ligel Beşar Esad û me ti carî peywendiya xwe ligel rejimê nebiriye. Hevpeymanên me ereb in. Beşek ji hêza me jî ereb in. Çareseriya pirsa me li Şamê ye.”

Berpirsê TEVDEMê Aldar Xelîl û HSDê duhê bang li rejima Beşar Esad kiribûn ku bên têekib Menbicê û dijî êrîşa Menbicê biparêzin.

Bas

Back to top button