Civak

Em Seyîd Riza û Hevalên Wî Bi Rêzdarî Bi Bîrtînin

Em Seyîd Riza û Hevalên Wî Bi Rêzdarî Bi Bîrtînin79 sal berê, di  roja 15.11.1937an de  rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Ereseya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin.Dewleta Tirkan, digot qey bi kuştina Seyîd Riza  û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Dêrsimê yê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin. Dewleta Tirk bi siyaseta şaş û nemirovane, bi deh hezaran însanên me qetil kirin. Bi hezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan. Bi gotina kesên ku failên  qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me  qir kirine. Lê Dewleta Tirk ditirsiya, welê ditirsiya ku, her wekî  Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyid Riza û hevalên wî jî veşrtin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Dewleta Tirk bi qetlîamên  Qoçgirîyê, Şêx Seîd, Zîlan, Sason û yên din xwest Kurdistanê bi temamî dagir bike û gelê me bi  qirkirin û  nefî kirinê ji holê rabike.Qetlîama Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî jî berdewamîya vê sîyasetê bû.Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye. Îro li başûrê Kurdistanê heger hemû partîyan Kurdan tifaqa xwe pêk bînin serxwebûn êdî  ne heyaleke, dikare bê îlan kirin; li Rojavayê Kurdistanê heger partîyên Kurdan bi  îdareyeke hevbaş û bi staratejîyeke Kurdistanî bimeşin dê statuyeke sîyasî  ya  mayînde bidest bixin.Li bakurê Kurdistanê li gel hemû xeletî û şaşîtîyan , li gel vî şerê ku dixwaze gelê me teslîm bigire jî, dê tu kes dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Li Rojhilatê Kurdistanê ala azadîya Kurdistanê careke din liba dibe.Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî  îro jî wê alaya ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanî yê nemir kiribû, li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.Di 79emîn salvegere qetilkirina wan de,  di şexsê Seyîd Riza de em hemû qurbanîyên vê jenosîdê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. Rojek dê were , gelê Kurdistanê li Dêrsimê, li hemû Kurdistanê, bi îlan kirina Kurdistana Azad, van qatil û hovên  ku  îrade û azadîya gelê me binpê kirine dê rûreş û ruswa bike.15.11.2016Buroya Çapemenî  û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button