Cîhan

Em rewşa heyî li gel Amerikayê koardîne dikin

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavusoglu li gel berpirsên madyayê  civînek li darxist û di civînê de behsa operasyona Tirkiye ya rojhilatê Firatê kir.

Çavuşoglu got: Emê di demek nêzik de bikevin rojhilatê Firatê de, em di vê yekê de bi biryarin. Ji bo projeya Minbicê jî derengî çêbûye û Amerika jî vê yekê qebûl dike. Dinya hemû jî dibêje ku, eger Tirkiye bêje ezê bikevim cihekê de dikeviyê. Lê niha pêvajoya vekişandina Amerikayê ye û em bi hevre rewşa heyî koardîne dikin.

Mevlût Çavuşoglu behsa rewşa radestkirina Fethullah Gulen jî kir û got: Trump listeya ku kesên ji aliyê Tirkiye ve têne xwestin ji Erdogan bi xwe daxwaz kiriye. Me listeyeke ku 84 nav têde hene  bir û da destê Pompeo û Bolton.

Balkêş e ?
Close
Back to top button