CîhanPolîtîk

Em qehremaniya pêşmerge ji bîr nakin

Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen li paytexta Herêma Kurdistanê  Hewlêrê serdana Hêzên Pêşmerge û rahênerên Almanî kir û li wir ragihand ku ew qehremanî û mêrxasiya ji bîr nakin û ew qehremanî di çavê wan de tê dîtin.Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen avahiya nexweşxaneyeke taybet bi çareserkirin û dabînkirina pêwîstiyên hêza Pêşmerge vekir ku di qonaxa yekem de 6 milyon euro jêre hatiye dabînkirin û biryare heta meha Îlona îsal bidawî were.Ursula Von Der Leyen civîneke çapemeniyê saz kir û got: “Ez kêfxweş ku îro li Hewlêrê ji bo serdankirina Hêza Pêşmerge û leşkerên me. Bû sê sal û nîv bi berfirehî me bi hev re kar kiriye. Îro jî ez gihîştim wê baweriyê ku Pêşmerge di warê perwerdekirinê de serkeftin û pêşketina baş dîtin.Leşkerên me yên jin û zilam, hertim ji me re behis dikin ku di dema perwerdekirinê de, hem hez û xwestekeke mezin a hêzên Pêşmerge ji bo fêrbûnê heye û hem jî qerehemaniyeke mezin jî di çavê wan de tê dîtin.”Leyen tekez kir ku Iraqê li kêleka Hêza Pêşmerge serkeftin li dijî DAIŞê bidest xistin û wiha pê de çû: “Em dizanin bi serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê, aramî venagerin, lewma niha em derbasî qonaxeke din dibin û di qonaxa veguhestinê de em dixwazin vê serkeftinê bicî bikin û bi hev re li gel hikumeta navendî vê serkeftin bo temamiya Iraqê bicî bikin. Lewma divê hêzên baş ên leşkerî werin avakirin û divê kar li ser mijarên lojistîk were kirin û sîstemeke tendirûstiyê ji bo van hêzan were avakirin. Piştî ku me qonaxa perwerdeyê bi serkeftî derbasî kir, doh li Bexdayê û îro li vir emê gelek pêşniyaran kom bikin, ji bo ku em bikarinbin ligel qonaxa aramiyê bimeşin.”Di berdewamiya axaftina xwe de Wezîra Berevaniya Almanyayê got jî: “Em hemû dizanin Pêşmerge bi nûneratiya me û nûneratiya hemû cîhanê şereke mezin li dijî DAIŞê kir. Em spasiya wan dikin, lewma dixwazin şirekatiyek demdirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk bînin.”  

Back to top button