PolîtîkRojev

Em qedexe û cezayên li Parlamentoya Tirkîyeyê yên li ser zimanê kurdî û li ser gotina Kurdistanê protesto dikin


Parlamenterê Ruhayê yê HDPyê Nusrettin Maçin ji ber ku roja 08.12.2021ê li Parlamentoya Tirkîyeyê gotina ‘Kurdistanê’’ bikar anî ceza xwar û 3 rojan ji Parlamentoya Tirkîyeyê hate dûrxistin.


Nuha li Parlamentoya Tirkîyeyê de li ser budçeya Dewleta Tirkîyeyê

ya 2022yê hevdîtin û gotûbêj berdewam dikin, Parlamenterê Ruhayê yê HDPyê Nusrettin Maçin jî di derbarê budçeyê de axaftinek kir.


Nusrettin Maçin di beşeke axaftina xwe de got ‘’Emê bi şîara ji Tirkîyeyê demokrasî û aştî, ji Kurdistanê re azadî werin ser îktîdarê’’.

Ji ber ku di nav axaftina xwe de peyva ‘’Kurdistran’’ê bikar anî, hinek parlementerê Tirkan îtîraz kirin.Li ser vê îtîrazê, Nusrettin Maçin ji ber ku li Parlamentoya Tirkîyeyê gotina ‘Kurdistanê’’ bikar anî ceza xwar û 3 rojan ji Parlamentoya Tirkîyeyê hate dûrxistin.


Li gorî destûra navxweyî ya Parlamentoya Tirkîyeyê bikaranîna peyva Kurdistanê qedexe ye û sebebê cezayê ye.Herweha gava parlamenterek bi Kurdî diaxivê , axaftinên wî bi gotara ev kes ‘’bi zimanekî ku kes nizane çi zimane’’ tê qeyd kirin.


Ev cezaya ku li Nusrettin Maçin hatîye birîn, nîşana tune hesibandina rastîyeke dîrokî, coğrafî û neteweyî ye. Kurdistan navê weletê miletê Kurd e û rastîyeke ku bi hezaran salin ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilat a Navîn tê zanîn.


Qedexeyên li Parlamentoya Tirkîyeyê bi vê jî naqede.


Parlamentera HDPyê ya Urfayê Ayşe Surucu roja 08.12.2021ê di derbarê pirsgirêkên aborî û hişkahîyê yên li ‘’Herêma Rojhilat û Başûrê RojhilatêTirkîyeyê’’ de li Parlamentoya Tirkîyeyê de axaftinek kir.Di axaftina xwe ya bi Tirkî de Ayşe Surucu got ‘’Ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê , bi kurdî jî çend gotinan bêjim.Ezê van gotinên xwe ji we re wergerînim Tirkî jî’’ û dest bi axaftina bi kurdî kir.


Lê Cîhgira Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê Sureyya Sadi Bilgiç got ‘’Birêz Surucu, Ez tiştekî ji axaftina te fêhm nakim. Heger hûn rê bidinê da ku parlamenter jî ji te fêhm bikin dê baş be’’ û paşê mîkrofona Ayşe Surucu girt, nehişt bi kurdî biaxive.


Berê axaftinên kurdî yên di Parlamentoya Tirkîyeyê de wek ‘’zimanekî ku kes nizane çi zimane diket qeydên fermî’’, lê nuha gava ku Parlamnera HDPyêAyşe Surucu bi kurdî axaft, mîkrofon girtin, nehiştin bi kurdî bê axaftin.


Ev cezaya ku ji ber gotina ‘’Kurdistan’’ê hatîye birîn û rêlibergirtina axaftina bi kurdî careke din îspat dike ku, Parlamentoya Tirkîyeyê bi vê rewşa xwe ya heyî, ne cîhê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ye, ne cîhê gengeşe kirina vê pirsê ye jî.


Ev cezaya ku ji ber gotina ‘’Kurdistan’’ê hatîye birîn û rêlibergirtina axaftina bi kurdî herweha binpê kirina mafê azadîya fikrî û binpê kirina azadîya xwe îfade kirinê ye  û  heqareteke li zimanê Kurdî ye jî.


Ev cezaya ku ji ber gotina ‘’Kurdistan’’ê hatîye birîn û rêlibergirtina axaftina bi kurdî ya li Parlamentoya Tirkîyeyê protesto dikin.

09.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button