Em parêzer û xwendevanên rêbaza Barzanî ne
Di 69emîn salvegera damezrandina partiya xwe de, PDKê tekez kir ku, tevî van hemû kirîz û aloziyan, tevî van hemû arîşe û nakokiyên navxweyî, ku ne di cihê xwe de ne û ne dema wan e ku xelkê Kurdistanê bi wan ve hatine mijûlkirin, ew wek PDKê asoyeke zelal dibînin û piştrast in ku gelê Kurdistanê dê van hemû van pirsgirk û aloziyan li pey xwe bihêle û derbas bike, herwiha ked û xebat û têkoşîn û qurbanîdana vî gelî ti carî vala naçe û dê hêviyên mezin bi dest werin û ruhê şehîdan şad bibe. Çavkaniya vê piştrastiyê jî, xoragiriya gelê me û mêrxasiya pêşmergeyên qehreman e.Polîtburoya PDK di beyanameyekê de ragihand: “PDK li ser rêbaza damezrêner û serkirdeyê dûrbîn û şoreşgêr Mistefa Barzanî ruhê xoragîrî xistiye dilê mirovê Kurdistanê û her ji destpêkê ve bingehên kurdatiyê û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bi awayekî danî, ku ligel hemû bihayên dadperweriyê û pirensîpên demokrasiyê û wekheviyê be, da ku qet hêncet nekeve destê dagîrkerên Kurdistanê ku tohmeta terorê û tundiyê û hezkirina şer bi gelê me vekin û serkeftinên me xwedî rewabûnê bin.”Li gorî wê beyanameyê, “PDK bi dirêjahiya xebata xwe, tevî hemû zehmetî û nexweşiyan, şikestin û serkeftinan, nehişt kurdayetî ji mana xwe ya mirovî a kûr dûr bikeve, teror û tundî heram kir û tevî hovîtiya dijmin xebateke pak û bêgerd meşand. PDK bûye dibistana wekheviya olî û niştimanperwerî. PDK baweriyek li cem xelkê Kurdistanê çêkir ku xwe ji gelêm din biçûktir nebînin û ji mafê wan kêmtir qebûl nekin. Bi vê rewangeha resen û rewşenbîr û bi piştgiriya xelkê fedakar ên Kurdistanê, PDK dest bi pêşrewayetiya bizavê rizgarîxwaza Kurdistanê kir û qonax bi qonax û bi xebateke mezin di têkoşana siyasî û cemawerî û rêxistinî û çekdarî û deplomatîk, karî îtîrafekê bi hebûna neteweya kurd û mafên wî yên rewa bi dest bîne.”Polîtburoya PDK wiha got: “PDK wek partiyeke bi ezmûnê dîtina pêşerojê, beriya van pêşhatên ku hatine pêşiya Herêma Kurdistanê û navçeyê dizanîbû ku di yek demê de derfetekî mezin û gef û metirsiyên mezin jî birê ve ne, dizanî ku ji bo jidesnetçûna van derfetan û rûbirûbûna van gefan, pêwîstî bi karê hevbeş û tifaq û alîkariya hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê heye, lewma hikûmeteke hevbeş pêk anî.”Li gorî heman beyanameyê, “Bi dilxweşî û bi himeta xelkê û pêşmergeyên nebez û qehreman, Kurdistan bi siyaseteke aram û xoragir û bi piştevaniya hikmet û dûrbîniya siyasî ya Serok Barzanî û damezraweyên niştimanî û hêzên siyasî bi awayekî serkeftî rûbirûyê hemû gef û êriş û pilanan bibin. Gel û pêşmergeyên me karîn bi mêrxasî li dijî wan bisekinin.”PDKê tekez kir ku, “Tevî van hemû kirîz û aloziyan, tevî van hemû arîşe û nakokiyên navxweyî, ku ne di cihê xwe de ne û ne dema wan e ku xelkê Kurdistanê bi wan ve hatine mijûlkirin, ew wek PDKê pêşeroj û asoyeke zelal û xweş dibînin û piştrast in ku gelê Kurdistanê dê van hemû van pirsgirk û aloziyan li pey xwe bihêle û derbas bike, herwiha ked û xebat û têkoşîn û qurbanîdana vî gelî ti carî vala naçe û dê hêviyên mezin bi dest werin û ruhê şehîdan şad bibe. Çavkaniya vê piştrastiyê jî, xoragiriya gelê me û mêrxasiya pêşmergeyên qehreman e.”PDKê wiha domand: “Di yada 1ê Tebaxê de, em soz û wefadariya xwe bo canê paqij ê raber û damezrênerê pariya me Mistefa Barzaniyê nemir û hemû şehîdên PDK û yên rêya rizgariya Kurdistanê, nû dikin, ku em li ser wê riyê bin û parêzer û qutabiyên rêbaza Barzanî û PDKê bin.. Bi xwînê destkeft û serkeftinên beha bilindên Kurdistanê biparêzin, ku bi xwîn û xebatê bi dest hatine.. Em rijd in li ser xebata xwe bo bidestanîna daxwazî û hêviyên gelê Kurdistanê. Herwiha em cemawerê xoragir ên PDKê û xelkê bi şeref ên Kurdistanê piştreast dikin ku PDK bi piştevaniya milet ji bilî serkeftinê ti rêyeke din li pêşiya wê tune ye. PDK gellek kaş û rêgirên dijwar ên li pêşiya xwe bi serkeftî û serfirazî derbas kirine.”