CivakPolîtîk

Em nikarin di nakokiyên YNKê de bê alî bin!

Tê gotin ku li devera Germiyanê ya Başûr, kêşe û nakokiyên nav YNKê gihîştine asta şer, PKKê jî hişyarek tûj daye baskê alîkarên Talebanî. Lê berpirsê YNKê li Germiyanê dibêje, kêşeyên YNKê negihîştine asta şer û pevçûnê. Li gorî agahiyên heftenameya Bas, hevserokê KCKê (PKK) Cemîl Bayik roja 14ê vê mehê li devera Debaşanê ya Silêmaniyê û li mala Talebanî de bi hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed re hevdîtin kiriye û her du aliyan li ser rewşa navxwe ya YNKê gotûbêj kirine. Tê gotin ku Cemîl Bayik bi alîkarên Talebanî (Kosret Resûl û Berhem Salih) re jî rûniştiye. Çavkaniyekî nêzîkî her du aliyan ji Basê re gotiye, Cemîl Bayik bi eşkere piştevaniya xwe bo baskê Hêro Îbrahîm Ehmed aniye ziman û gefa wê yekê jî li baskê din xwariye û gotiye, eger kêşeyên nav YNKê biteqin wê çaxê PKK dê mudaxile bike û li dijî baskê alîkarên Talebanî derkevin. Li gorî agahiyên wê jêderî, Cemîl Bayik di hevdîtina Kosret Resûl û Berhem Salih de bi tundî qise kiriye û rexne li wan girtiye ku çima baskê “Navenda Biryarê” di nav YNKê de ragihandine. Bayik ji wan xwestiye vegerin bin fermana Hêro Îbrahîm Ehmed. Hevserokê KCKê ji Berhem Salih re jî gotiye: Ew karê ku hûn dikin, xelet e ji ber wê jî li bendê nemînin em di vê kêşeyê de bê alî bin. Tê zanîn Cemîl Bayik di nav PKKê de serokatiya baskekî dike ku nêzîkî Îranê ye. Alîkarên Talebanî jî bersiva Cemîl Bayik dane û gotine, em fermanê ji ti kesî nastînin û em vê jî qebûl nakin ku PKK xwe tevlî kêşeyên YNKê bike û xwe bi ser me de bisepîne! Heftenameya Bas eşkere kiriye ku PKKê li deverên Qeladizê û Asosê hêzên xwe amade kiriye ji bona piştgiriya baskê hevjîna Talebanî, çimkî tirsa wê heye kêşeyên nav YNKê derbasî qonaxa şerê çekdarî bibin. Ji aliyekî din, tê gotin ku li devera Germiyanê kêşeyên nav YNKê gihîştine wê astê ku tirsa wê heye şer derkeve. Hefteya borî komek rayedarên asayişê bi hêzeka dijîterorê re çûbûn Germiyanê bo guhertina rêveberê asayişa Germiyanê lê baskê alîkarên Talebanî ew vegerandibûn. Baskê din jî gef li wan xwaribû û gotibû, eger ew derbasî Germiyanê bibin dê êrişî wan bikin. Fermandeyê eniya Germesêrê û endamê polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî jî çûye bajarê Kelarê û gefa lêdana wê hêza dijîterorê xwariye û gotiye, baskê hevjîna Talebanî tenê dikarin bo mêvaniyê derbasî Germiyanê bibe. Tê gotin ku hêzeka mezin bi fermana Mehmûd Sengawî amade ne, eger tîmên dijîterorê wan tehrîk bikin, êrişî wan bikin. Lê berpirsê YNKê li Germesêrê, Mela Kerîm ji Basê re gotiye, kêşeyên YNKê li devera Germiyanê negihîştine asta şer çimkî endam û kadroyên me bi ser baskên YNKê de dabeş nebûne da ku şer derkeve. Berpirsê YNKê li Germiyanê, Heme Çawciwan jî ji Basê re gotiye, kêşe hene lê negihîştine wê astê ku şer derkeve. YNK qaz nîne dema yekê qîr kir yên din jî qîr bikin!Hêmin Salih /BasNews   

Back to top button